KurdîBiguhêre

NavdêrBiguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ala ala
Îzafe alaya alayên
Çemandî ala alayan
Nîşandera çemandî ala wan alayan
Bangkirin ala alayino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî alayek alayin
Îzafe alayeke alayine
Çemandî alayekê alayinan
 
Alaya Kurdistanê anku Alaya Rengîn

ala

  1. perçem, elem, direfş,
    sembola welatekî yan jî yekîneyek din ya siyasî
    (bi taybetî wek parçeyek cil ya ji çend rengan û carine ji nexşan pêkhatî)
    Alaya Kurdistanê ji jor ve sor, spî û kesk e û di navê de jî rojek zer heye.
    • Ala sê rengîn î, pîroz û şêrîn î, nîşana mizgîn î
      Ey xortê Kurdan silavê lê bikin.
       — (Cigerxwîn: Ala rengîn)

HerwihaBiguhêre

Bi alfabeyên dinBiguhêre

HevmaneBiguhêre

Biguhêre

EtîmolojîBiguhêre

Hevreha soranî ئاڵا(alla), farisî علم('elem), hemû ji erebî علم‎ ('elem: ala; nîşan, îşaret), têkilî elamet. Bo hin peyvên din jî ku tê de "'e-" ya erebî (eyn + e) di kurdî de dibe "a-" binere "alif, aqil". Bo ketina M ji dawiyê bide ber kurmancî "zik" û farisî şikem.

Etîmolojiyeke din ya ihtimal dikare tirkî ala/ala (rengîn) be. Herwiha dikare were texmînkirin ku ji erebî اعلاء‎ (e'lai: bilindtir, berztir, balatir) be ku forma berhevdanê ji rengdêra عالي ('alî: bilind, berz, bala) ye. Têkiliya peyva "ala" bi "al/alî" (rex, teref, hêl) ya kurdî ve nîne, ew etîmolojiya gelêrî ye ji ber ku bi "-a" di kurdî de rengdêr tên çêkirin, ne navdêr.

WergerBiguhêre

RengdêrBiguhêre

ala

  1. bilind, berz, bala
    erşê ala (esmanê bilind)

EtîmolojîBiguhêre

Ji erebî اعلاء‎ (e'la: bilindtir, berztir, balatir) be ku forma berhevdanê ji rengdêra عالي ('alî: bilind, berz, bala) ye.

RengdêrBiguhêre

ala

  1. rengîn
  2. sor
  3. pîvazî, pembeyî, pînk

EtîmolojîBiguhêre

Ji tirkî ala/ala, têkilî alaca ya tirkî.

WergerBiguhêre

InglîzîBiguhêre

NavdêrBiguhêre

ala

  1. çeng, bal[1]

ÇavkanîBiguhêre

  1. Ferhenga Kurdî-Îngîlîzî ya Salah Sadallah

FînîBiguhêre

NavdêrBiguhêre

ala

  1. bergeh

Bide berBiguhêre

TirkîBiguhêre

NavdêrBiguhêre

ala

  1. birdobelek
  2. çavmeşinî
  3. şifta reş a stûyê kewê

LatînîBiguhêre

NavdêrBiguhêre

ala

  1. bask