Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî welat welat
Îzafe welatê welatên
Çemandî welatî, welêt welatan
Nîşandera çemandî welatî wan welatan
Bangkirin welato welatino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî welatek welatin
Îzafe welatekî welatine
Çemandî welatekî welatinan

welat nêr

  1. niştiman, dewlet, weten, memleket, war, dewal
    Kurdistan welatê kurdan e.
    • Welatê min tu yî bûka cîhan î
      Hemî bax û bihuşt û mêrg û kanî
      Şepal û şeng û şox û naz û gewr î
      Gelek şêrîn û rind û pir ciwan î
      Serî taca Selahedînê Kurd î
      Enî roj e di birca asîmanî
      Du birhên te kevanê Rustemê Zal
      Du zulfên te ji tîrên qehremanî
       — (Cegerxwîn)

Bi alfabeyên din biguhêre

biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî وڵات(wiłat), herdu ji wîlayet ji erebî وِلَايَة(wilayet), ji eynî rehî: walî, welayet, eyalet, ewliya, welî, mewla, mewalî, mal...

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev tabloya wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.