Bilêvkirin

biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cîhan cîhan
Îzafe cîhana cîhanên
Çemandî cîhanê cîhanan
Nîşandera çemandî cîhanê wan cîhanan
Bangkirin cîhanê cîhanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cîhanek cîhanin
Îzafe cîhaneke cîhanine
Çemandî cîhanekê cîhaninan

cîhan

  1. Planeta Zemîn ango ya em lê dijîn.
  2. Zemîn û her tiştê lê.
  3. Alem, xelk, xelk û alem, hemî mirov.
    Cîhan hemî dizane ku...
  4. Parçeyek ji dinyayê.
    Cîhana Erebî, Cîhana Rojava.
  5. Derek kar yan çalakiyekê.
    Cîhana şorreşgêrrî cîhanek tevlihev e.
  6. Gerdûn, hemî galaksiyên tê zanîn yan bawerkirin ku hene.
  7. Her tiştê di jiyana kesekê/î de.
    Hemî cîhana wî bi carekê herrifî.
  8. Rewş.
    Cîhana sibê dê ne mîna cîhana îro be.

Ji wêjeya klasîk

biguhêre
  • Ew horiya dêqemer e
    Şêx dîbû cîhan çû bere
     — (Feqiyê Teyran, )

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji zimanên îranî, hevreha farisî جهان(cihan), farisiya navîn gêhan, farisiya kevn geyṡanam, pirrjimara geṡa- (jîndar, heywan). کیهان(keyhan, gerdûn) ya farisî jî ji heman rehî ye.