axiftin
![]() |
Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+) |
axaftin / axivtin / axiftin / axivîn |
KurdîBiguhêre
BilêvkirinBiguhêre
LêkerBiguhêre
axiftin (lêkera negerguhêz) | ||
---|---|---|
Rehê dema niha: | ||
RP. Niha | ||
ez | diaxivim | |
tu | diaxivî | |
ew | diaxive | |
em, hûn, ew | diaxivin | |
Fermanî | Yekjimar | biaxive |
Pirjimar | biaxivin | |
Rehê dema borî: | ||
RP. Boriya sade | ||
ez | axiftim | |
tu | axiftî | |
ew | axift | |
em, hûn, ew | axiftin | |
Formên din: Tewandin:axiftin |
axiftin lêkera xwerû
- Peyivîn, gep kirin, xeber dan, qise kirin, suhbet kirin, çêr kirin, şor kirin, ştexilîn,
peyam bi alîkariya zimanî ragihandin, deng kirin, mijûl bûn, qal kirin, qezî kirin, galegal kirin, kelimîn.
Bi alfabeyên dinBiguhêre
HerwihaBiguhêre
TewînBiguhêre
- -axiv-
TêkildarBiguhêre
BikaranînBiguhêre
- Gelek caran bi xeletî peyva "axaftin" (rehê dema niha "-axêv-") li cihê "axiftin / axivîn" (rehê dema niha "-axiv-") tê bikaranîn. Lê di rastiyê de "axiftin" bi xwe "qise kirin, xeber dan, suhbet kirin" e. Herçi "axaftin" e, ew hevwateya "axivandin"ê ye (wek ku guhartin ne guherîn e lê guherandin e). "Axaftin" tê maneya #dan axiftin, axivandina kesekî din, hewldan bo ku kesek din biaxive", bi taybetî pirsîn daku kesek din bersivê bide: "Divê dêbab zarokên xwe biaxÊvin daku zarok hîn bibin biaxIvin."
- Rastnivîsîn: Hin caran di nivîsan de forma "axivtin" li cihê "axiftin" tê dîtin ji ber ku rehê dema niha "-axiv-" e anku bi V ye, ne bi F ye. Lê di kurdî û piraniya zimanan de, gava ku T tê pey V, V dibe F: heft (lê hevde), ke(f)tin (lê "dikeve"), şkeft (ne *şkevt), mizgeft (ne *mizgevt). Bi heman awayî inglîzî "leave > left", ne *levt. Dengên din jî yên bilerz li berî T dibin bêlerz: "dilîzim > lîstin, nekuje > kuştin"... Loma forma rast "axiftin" e, ne *axivtin.
- Berbelavî: Peyva "axiftin" û formên wê yên wek "axivîn" û "axaftin" van salan bi rêya medyayê ketine ser devê gelek kurmancan û heta wek "axawtin" derbasî soranî jî bûye. Lê bi xwemalî ew peyveka kurmanciya rojhilatî ye (Behdînan, Hekariyan û derdorên wan), li deverên din nedihat bikaranîn yan nemabû. Li cihê wê "qise kirin, xeber dan, şor kirin" yên ji erebî li gel "kirin / dan" ya kurdî li gelek deveran serdest e/bû.
JêBiguhêre
EtîmolojîBiguhêre
Têkilî axaftin, rehê dema niha -axiv-, bi metatezê ji *a-vaxtin, rehê dema niha *a-vêj-, têkilî kurmancî -bêj- (rehê dema niha ji lêkera gotin) û bêje (kelîme), soranî û kurdiya başûrî -wêj- (rehê dema niha ji wutin = gotin) û وشه (wişe: peyv, kelîme, bêje), zazakî -vac- (rehê dema, niha ji vatene = gotin), farisî آواز (a-vaz > kurdî awaz) û واژه (vajê: peyv, kelîme), sanskrîtî वाच् (vā́c), avestayî vaxş, ûxte (gotin) latînî vōx (deng), inglîzî voice (deng)... hemû ji proto-hindûewropî *wekʷ- (axiftin) ئاخاوتن (axawtin) ya soranî bi ihtimaleka mezin ji kurmancî hatiye wergirtin, di soranî de ne xwemalî ye.
WergerBiguhêre
- Afrîkansî: praat → af, gesels → af
- Astûrî: falar → ast
- Bambarayî: fɔ → bm
- Baskî: hitz egin → eu, mintzatu → eu
- Bretonî: komz → br
- Çînî: 说 → zh 说话 → zh (shuō huà) 说语 → zh (shuō yǔ)
- Danmarkî: snakke → da, tale → da
- Albanî: flas → sq
- Almanî: sprechen → de, reden → de, Anrede → de m
- Erebî: تكلّم → ar
- Esperantoyî: paroli → eo
- Farisî: تکلم کردن → fa, گفتن → fa, صحبت کردن → fa
- Ferî: tala → fo, tosa → fo
- Fînî: puhua → fi
- Fransî: parler → fr
- Frîsî: prate → fy, sprekke → fy
- Galîsî: falar → gl
- Gaelîka skotî: bruidhinn → gd, labhair → gd
- Holendî: spreken → nl, praten → nl
- Mecarî: beszél → hu
- Îdoyî: parolar → io
- Îbranî: דּבר → he
- Inglîzî: deal with → en, speak → en, talk → en, ?chat → en, ?colloquy → en, ?confab → en, ?confabulate → en, ?confabulating → en, ?conversazione → en, ?conversing → en, ?interlocution → en, ?knapping → en, smu → en, ?spiel → en, ?talking → en, ?declamation → en, ?discoursing → en, ?dissertate → en, ?dissertating → en, ?gab → en, ?prelect → en, ?prelection → en, ?rapping → en, ?smut → en, ?take the floor → en, ?utter erance → en, ?verbalize → en, ?verbalizing → en, ?yabber → en
- Inglîziya kevn: acweþan → ang, cweþan → ang, specan → ang, sprecan → ang
- Înuîtî: ᐅᖃᖅ- → iu (uqaq-)
- Îtalî: parlare → it
- Îzlendî: spjalla → is, tala → is
- Japonî: 話す → ja
- Katalanî: parlar → ca
- Ximêrî: និយាយ → km (niyiəy)
- Koreyî: 말하다 → ko (malhada)
- Sirboxirwatî: govoriti → sh
- Latînî: loquere → la, loqui → la, orare → la
- Malezî: bicara → ms
- Norwecî: prate → no, snake → no, tale → no
- Oksîtanî: parlar → oc
- Polonî: mówić → pl
- Portugalî: falar → pt
- Romanyayî: vorbi → ro, discuta → ro
- Rusî: говорить → ru (govoritʹ), поговорить → ru (pogovoritʹ)
- Samiya bakurî: hupmat → se, hállat → se
- Sicîlî: parrari → scn
- Sirananî: taki → srn
- Sirboxirwatî: говорити → sh, причати → sh
- Sonxayî: cii → ses
- Spanî: hablar → es
- Swêdî: tala → sv
- Tagalogî: magsalitâ → tl
- Tirkî: konuşmak → tr, ?depreşmek → tr, ?iltihablanma → tr, ?iltihablanmak → tr, ?iltihaplanmak → tr, ?irinlenmek → tr, ?ufunetlenmek → tr, ?yangılamak → tr
- Yûnanî: μιλάω → el (miláo)
- Yûnaniya kevn: λέγω → grc (légō)
- Zuluyî: -khuluma → zu
Biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî | ||||
---|---|---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | axiftin | axiftin | ||
Îzafe | axiftina | axiftinên | ||
Çemandî | axiftinê | axiftinan | ||
Nîşandera çemandî | wê axiftinê | wan axiftinan | ||
Bangkirin | axiftinê | axiftinino | ||
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | axiftinek | axiftinin | ||
Îzafe | axiftineke | axiftinine | ||
Çemandî | axiftinekê | axiftininan |
axiftin mê
- peyivîn, gepkirin, xeberdan, qisekirin
- Mînakek bidin... (biguhêre)