Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

guhartin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -guhêr-
RP.
Niha
ez diguhêrim
tu diguhêrî
ew diguhêre
em, hûn, ew diguhêrin
Fermanî Yekjimar biguhêre
Pirjimar biguhêrin
Rehê dema borî: -guhart-
RP.
Boriya
sade
min guhart
te guhart
wê/wî guhart
me, we, wan guhart
Formên din:  Tewandin:guhartin

guhartin lêkera xwerû, gerguhêz, r-ya req, t-ya nerm

  1. ferqî anku cudahî xistin tiştekî,
    tiştek wek wê bi xwe nehêlan,
    tiştek wek berê nehêlan
    Qet wek berê nemaye, ta ta navê xwe jî guhartiye.
    • Di sersalê de hin gotinên her tên gotin hene wek 'serê malê binê malê xwedê kurekî bide vê malê.' Me jî ew guhart û got sere salê bine malê xwedê aştiyê bide vê malê. — (Sersala Kurdî li Diyarbekirê hat pîrozkirin [arşîv], Kurdistan242020)
    • Di tîrêjên tavê de hemû rengên keskesorê xuya ne: sor, porteqalî, zer, kesk, şîn û mor... Û rêza rengan hertim weke xwe ye û nayê guhartin. — (KomxebatAnsîklopediya ZarokanAPEC2004ISBN 91-89675-32-0)
    • Piştî demekurtekê ew şaşî û matmayîna wan xwe guharte se xweşî û şadiyê. — (Zeynelabîdin ZinarKadîna MişkanPencînar Weşanxanya Çanda Kurdî)
    • Di vî şerrî da ewçend Turk hatine kuştin ku, çemê Kuskêt rengê xwe guhart, tev bû sorxwîn. Nemaze di vî şerrê panzde rojan da, şerrkerên Kurdan hinde bi camêrî dest biribûn xwe ku, serleşkerê Turk li ber vê mêraniyê mat mabû. — (Osman SebrîŞerên Sasonê)
    • Ez paşê jî bi elfabêya xwe mijûl dibûm. Lê hetanî qo tirq elfabeya xwe belav qirin ya me weqe xwè dima û têde me tişteqi bingehî ne diguhart. Min her tiştên xwe pê dinivîsandin û nasên xwe re dida zanîn. Weqè tirq elfabêya xwe belav qirin me dît qo di dengên hin herfan de elfabêyên me ne mîna hevin. — (HawarPêşgotinek, Celadet Bedîrxan, Nûdem, cîld 1, hj. 131932-1933, r. 791)
  2. Xistina tiştekî şûna tiştekî
    Ampûl şewitîye. Divê were guhartin.
  3. cil li xwe kirin, cil lê kirin
    Heta cilê xwe ne guhart, neçubû derve.
    Îro binê zarok min guhart, sibe dora te ye.
  4. transferbûna wasiteyek din(tren, otobus, hwd)
    Heta stenbolê min sê otobus guhart.

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Hevmane biguhêre

Nêzîk biguhêre

biguhêre

Gotinên pêşiyan biguhêre

Etîmolojî biguhêre

   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî guhertin guhertin
Îzafe guhertina guhertinên
Çemandî guhertinê guhertinan
Nîşandera çemandî guhertinê wan guhertinan
Bangkirin guhertinê guhertinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî guhertinek guhertinin
Îzafe guhertineke guhertinine
Çemandî guhertinekê guhertininan

guhartin

  1. peydakirina ferqiyekê anku cudahiyekê li tiştek,
    nehêlana yek yan hin yan ti taybetmendiyên tiştekî
    Bi guhartina navê xwe ew dixwaze xwe eşkere neke ka kî ye.
    • Li ser rewşa herêmên Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê yên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagîrkirin, Fesla Yûsif got: Konsolxaneya Brîtanya nîşan da ku ew li dijî guhartina demografî û koçberbûna xelkê ji ser cih û warên xwe ye heger li kîjan devera cîhanê be. — (Fesla Yûsif: Brîtanya li dijî guhartina demografiyê ye [arşîv], basnews.com2020)
    • Berdevka Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Jen Psakî got, di helwesta DYAyê ya derheqê li Sûriyê pêkanîna herêmek ji bo balafiran qedexe de tu guhartin nîne. — (Psakî: Di helwesta me de tu guhartin nîne [arşîv], rudaw.net2014)

Etîmolojî biguhêre

   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger biguhêre