Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî muhr muhr
Îzafe muhra muhrên
Çemandî muhrê muhran
Nîşandera çemandî muhrê wan muhran
Bangkirin muhrê muhrino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî muhrek muhrin
Îzafe muhreke muhrine
Çemandî muhrekê muhrinan
 
Muhra serokkomariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.

muhr

  1. Nîşana ku çêkerê/a belgenameyek fermî li wê belgeyê dide daku bêt zanîn ku resen e anku ne sexte ye.
    Hevmane: xitim, stamp, texme
  2. Amûra ku ew nîşan pê tê çêkirin.
  3. (mecazî) Taybetmendî, xusûsiyet.
    • Ergatîvî muhra kurmanciyê ye — (Newzad Hirorî, Nefel.com, 2005))
  4. (mecazî) Bandor, tesîr.
    Vê nûçeyê muhra xwe li rojevê kir.

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Şûşeya nûrîn cesed lê
    Dergehê muhra ehed lê
    Eks û nişana semed lê
     — (Feqiyê Teyran, )

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Bide ber biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji erebî مهر(muhr), ji zimanên îranî, bi pehlewî mihr, mitr, parsî mîhr, hexamenîşî mitre-, miθre-, avestayî miθro-, sanskrîtî मित्र (mitre-), hemû ji proto-îranî *mitra- (peyman, ehd). Heman peyv serekaniya mihrevan ya kurdî ye jî lê idiayên ku dibêjin peyva mîr û/yan merheba jî jê ne, bêbingeh in; ew herdu ji erebî ne. Peyva kurdî "muhr" û ya farisî مهر(muhr) bi forma erebîkirî ve ji erebî li kurdî û farisî vegeriye.

Werger biguhêre