KurdîBiguhêre

BilêvkirinBiguhêre

CînavBiguhêre

Yekjimar Pirjimar
Mê û nêr tu hûn

tu, t-ya nerm

  1. kesaduyem ya / yê yekjimar,
    kesa/ê jê re tê axiftin yan nivîsîn,
    kesa/ê guhdar
    - Tu çawa yî?
    - Ez û tu biçin!

HerwihaBiguhêre

Bi alfabeyên dinBiguhêre

ÇemandîBiguhêre

Bide berBiguhêre

TêkildarBiguhêre

Cînavên kesîn
Yekjmar Pirjimar
Navkî Çemandî Navkî Çemandî
Kesê 1em ez min em me
Kesê 2em tu te hûn we
Kesê 3em Dûr ew nêr ew wan
Nêzik ev nêr ev van

BikaranînBiguhêre

  • Cînavê "tu" û forma wî ya çemandî/tewandî yekhejmar in. Carinan li cihê wan jî bo mebesta rêzgirtin anku qedirgirtinê cînavê "hûn" û forma wî ya çemandî "we" tên bikaranîn. Ev bikaranîn vê dawiyê ji zimanên ewropî belavî kurdî bûye. Di farisî û bi taybetî di inglîzî cînavê duyem yê yekhejmar (bi farisî "tû", bi inglîzî "thou") cih daye cînavê duyem yê pirhejmar (bi farisî "şoma", bi inglîzî "you") ku niha êdî hem li şûna cînavê pirhejmar û hem jî yê yekhejmar tên bikaranîn.

EtîmolojîBiguhêre

Hevreha din ya kurmancî te, soranî تۆ(to) û soraniya devokî ئه‌تۆ(eto), zazakî ti (tu) û to (te), farisî تو‎‎ (tû), tacikî ту (tu), peştûyî ته‎ (të), avestayiya nûtir 𐬙𐬏𐬨‎ (tūm), avestayiya kevn 𐬙𐬎𐬎𐬇𐬨 (tuuə̄m), hexamenişî 𐎬𐎺𐎶 (tu-v-m /tuvam/), sanskrîtî त्वम् (tvám), hindî तू (tū), ûrdûyî تو‎ (tū), latînî , fransî/îtalî/katalanî/portugalî/romanî tu, spanî , latviyayî tu, lîtwanî , rûsî/belarûsî/ukraynî ты (ti), çekî/polonî/slovakî ty, bulgarî/makedonî ти (tî), inglîziya navîn û inglîziya nû ya berê thou (niha cih daye you ya bi eslê xwe pirhejmar anku bi maneya "hûn"), almanî/danmarkî/norwecî/swêdî du, ermenî դու (du), albanî ti, yûnaniya kevn σύ (sú) û yûnaniya niha εσύ (esý), hîtîtî 𒍣𒄿𒅅 (zi-i-ik /zīk/)... hemû ji proto-hindûewropî *túh₂

Bi zaravayên dinBiguhêre

  • Soranî: to
  • Zazakî: ti

WergerBiguhêre

HokerBiguhêre

tu, t-ya req

  1. ti, çu, hîç, qet
    Min tu caran ew nedîtiye. (Min qet ew nedîtiye. Min carekê bi tenê jî ew nedîtiye.)

EtîmolojîBiguhêre

Binêrin: ti

WergerBiguhêre

FransîBiguhêre

BilêvkirinBiguhêre

CînavBiguhêre

tu

  1. tu, te


ÎnterlînguaBiguhêre

CînavBiguhêre

tu

  1. tu; te

ÎtalîBiguhêre

BilêvkirinBiguhêre

CînavBiguhêre

tu

  1. tu; te

KatalanîBiguhêre

BilêvkirinBiguhêre

CînavBiguhêre

tu

  1. tu; te

LatînîBiguhêre

CînavBiguhêre

tu

  1. tu; te

LojbanîBiguhêre

CînavBiguhêre

tu

  1. ewa han, ewê han

PolonîBiguhêre

BilêvkirinBiguhêre

HokerBiguhêre

tu

  1. vir, vê derê, ev der

PortugalîBiguhêre

BilêvkirinBiguhêre

CînavBiguhêre

tu

  1. tu; te

RomanyayîBiguhêre

BilêvkirinBiguhêre

CînavBiguhêre

tu

  1. tu; te

SpanîBiguhêre

BilêvkirinBiguhêre

CînavBiguhêre

tu

  1. ya / yê te

TirkîBiguhêre

BaneşanBiguhêre

tu

  1. tifî, hey tif hey, qeda lê bikeve