Kurdî Biguhêre

Bilêvkirin Biguhêre

Cînav Biguhêre

Yekjimar Pirjimar
Mê û nêr tu hûn

hûn

  1. kesên jê re tê axiftin
    Hûn werin?
  2. kesê jê re tê axiftin û yên li gel wî beşdarî tiştekî
    Hûn çend kes in wir dixebitin?
  3. (Tirkmancî) li şûna "tu" bo rêzgirtinê
    Rêzdar Serok, hûn bi xêr hatin. (Dema "serok" bi tenê be jî.)

Ji wêjeya klasîk Biguhêre

  • Jêrê alaya te bim roja 'esîr
    Ger divêtin hûn ji narê bin necat
    Bi 'işq û şewqek hûn bibêjin esselat
    (Mewlûda Kurdî ~1720, Mela Hesenê Bateyî)

Herwiha Biguhêre

Tewandî Biguhêre

  • we yan hewe: We ta niha çi kiriye?

Têkildar Biguhêre

Cînavên kesîn
Yekjmar Pirjimar
Navkî Çemandî Navkî Çemandî
Kesê 1em ez min em me
Kesê 2em tu te hûn we
Kesê 3em Dûr ew nêr ew wan
Nêzik ev nêr ev van

Etîmolojî Biguhêre

Ji proto-hindûewropî *yū́ ku herwiha serekaniya bo nimûne you ya îngilîzî ye. Guherîna H/W/Y di kurmancî de diyardeyeka berbelav e. "-n" ihtimalen dubarekirina pirrhejmariyê ye, binere -an. Ji heman rehî: we, tu, te.

Bi wateya li şûna tu bo rêzgirtinê ji zimanên ewropî hatiye wergirtin.

Bi zaravayên din Biguhêre

Werger Biguhêre

Li jêr formên biker tên dan. Bo forma berkar, binêrin: we.

Çavkanî Biguhêre