Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

nivîsîn (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -nivîs-
RP.
Niha
ez dinivîsim
tu dinivîsî
ew dinivîse
em, hûn, ew dinivîsin
Fermanî Yekjimar binivîse
Pirjimar binivîsin
Rehê dema borî: -nivîsî-
RP.
Boriya
sade
min nivîsî
te nivîsî
wê/wî nivîsî
me, we, wan nivîsî
Formên din:  Tewandin:nivîsîn
 
Ev kes tiştekî dinivîse.

nivîsîn lêkera xwerû, gerguhêz

  1. (bi qelemî) herf yan hejmar li ser kaxezê çêkirin,
    peyamek bi rêzkirina gotinan li ser kaxezê yan li ser bernameyeke kompûterê diyarkirin
    Ew zarok dizane navê xwe binivîse.
    Min nameyek bo wê nivîsî.
    Wî deh pirtûk nivîsîne.
    • Du keman li bircê mîzan bi xedeb li min kişandin
      Ne du nûn qelem muqabil bi bedî'ê xet nivîsîn
      Du hilalê destê qudret bi qeranê yek kişandin
       — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Bide ber biguhêre

Têkildar biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî نووسین(nûsîn), kurdiya başûrî nüsîn, nüsanîn, lekî nüsan, hewramî niwîsey, zazakî nuştene, belûçî نویسگ(niwîseg) û نبیسگ(nibîseg), farisî نوشتن(nivişten, nevişten) û rehê dema niha نویس‎(nevîs), partî 𐫗𐫁𐫏𐫢𐫤‎ (nbyşt), hexamenişî 𐎴𐎹𐎱𐎰𐎶 (n-i-y-p-i-θ-m /niyapaişam/: nexşandin, nikirandin)... hemû ji îraniya kevn *nipicát ji ni- (jêr, xwarê > nişîv, nizm) + *picát (nexşandin, reng dan) ku herwiha serekaniya van peyvan e jî: pehlewî 𐫛𐫏𐫘𐫏𐫤‎ (pysyt: rengdayî), avestayî 𐬞𐬀𐬉𐬯𐬀‎ (paēsa, /peêse/: nexş, neqş) û 𐬟𐬭𐬀𐬞𐬌𐬑𐬱𐬙𐬀‎ (fra-pixşta, /fre-pixşte/: boyaxkirî)... ‏sanskrîtî पेश (péśa: nexş, neqş)... lîtwanî piẽšti (xêz kirin, nîgar kirin), rusî писа́ть (pisátʹ: nivîsîn, boyax kirin), bulgarî пиша (píša: nivîsîn), serbokroatî пи́сати / písati (nivîsîn), çekî psát / píši (nivîsîn), polonî pisać... latînî pictus (nexşandî, rengdayî > îngilîzî picture) û pingo (boyax kirin, reng dan), portugalî û spanî pintar (boyax kirin, reng dan), îtalî pittare (boyax kirin, reng dan), fransî peindre boyax kirin, reng dan > îngilîzî paint)... yûnaniya kevn ποικῐ́λος (poikílos: rengîn)... hemû ji proto-hindûewropî *peyḱ-.

Çavkanî:
  • Cheung, JohnnyEtymological Dictionary of the Iranian Verb, Leiden, 2007
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Derksen, Rick: Etymological Dictionary of the Slavic Inherited Lexicon [Ferhenga etîmolojî ya peyvên mîrasî yên slavî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series; 4), Leiden, Boston: Brill 2008.
  • Kanga, Kavasji Edalji (1900): A Complete Dictionary of the Avesta Language‎, Bombay: Education society's steam press.
  • Rix, Helmut, edîtor (2001): Lexikon der indogermanischen Verben, çapa duyem, Wiesbaden: Dr. Ludwig Reichert Verlag. ISBN 3895002194
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nivîsîn nivîsîn
Îzafe nivîsîna nivîsînên
Çemandî nivîsînê nivîsînan
Nîşandera çemandî nivîsînê wan nivîsînan
Bangkirin nivîsînê nivîsînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nivîsînek nivîsînin
Îzafe nivîsîneke nivîsînine
Çemandî nivîsînekê nivîsîninan

nivîsîn

  1. çêkirina herf an hejmaran li ser kaxezê yan kompûterê:
    nivîsîna nameyan, nivîsîna dersan, nivîsîna bi kurdî
  2. destxet, xet, awayê nivîsînê:
    Nivîsîna wê spehî ye.

Werger biguhêre