Bajarê Dihokê.
 
Nexşeya parêzgeha Dihokê

Dihok

  1. (Bajar) Bajarek e li başûrê Kurdistanê.
  2. (Parêzgeh) Parêzgeha ku Dihok paytextê wê ye.

Etîmolojî

biguhêre

Ji dih (erd) + -ok, bi ramana girav, bi heman awayê Cizîr(a Botan), peyda ji navê gelêrî Dihoka Badînan. Ramana dih berê erd bû, binêre dih. Bi latînî şarên dorberî Cizîr û Dihokê wek Zabdiccena (yûnaniya kevn Ζαβδικηνή (Zabdikēnḗ)) an forma aramî Bezabde bi tomar dibû. Zabdiccena (ermeniya kevn Զաւդէք (Zawdēkʻ), aramî Zewdey) peyda ye ku ji formeke kurdî a Dihoka Ava Zê tê wek *zaw *dêhik (kurtkirina *zey- ("zê-, zan") *aw/av ke wate Ava Zê, Zap jî kurtkirina wê ye; û *dêh (dih) + -ik), beriya ku îzafe berbelav bûye. Aramî Bit' Zewdey ("di nava Zewdeyê") diyar dike ku ji giravên di navbera Ava Zê ku navend bûn ve hatine navkirin. Navê Cizîra Botan di serdema xalif Emer de hat danê wek erebî جزیرة(cezîre, girav), ku bi siryaniya klasîk ܓܳܙܰܪܬܴ݁ܐ(gāzartā, girav) jî hatiye gotin. Dibe ku berê Cizîra Botan û Dihoka Badînan wek yek şarekî dihatine têgihiştin.

Dibe ku navê Ava Zê jî pêbestî bi avzê ra hebe, ku bernavekî êzda Nahîdê bûbe, ku li Kurdistanê xwedî destayîneka berbelav û xwedî bandoreka çandî a gelek mezin bû; bide ber Sarasvati û navê giyayê hêro, tev ser xwedaya di bareyê avzê û çirravan da.

Ronkirinên wek du + hok etîmolojiya gelêrî ne, têgihîna wek dihok = gundik jî şaşkirin e.

Bi zaravayên din

biguhêre