Bilêvkirin

biguhêre
biguhêre
Tewandina erd  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî erd erd
Îzafe erda erdên
Çemandî erdê erdan
Nîşandera çemandî erdê wan erdan
Bangkirin erdê erdino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî erdek erdin
Îzafe erdeke erdine
Çemandî erdekê erdinan

erd m

  1. Cih, der û zemînên ku em pê lê dikin.
    • Darên kesk tev reş bûn. Giyayê teze tev bû pîşo. Fêkiyên li ser daran çilmisîn. Pel tev weşiyan. Qurmên daran bûn rejî, yek bi ser yekê de qulipîn erdê... — (Kovara BîrnebûnLi welatê min bihar tê2018Hesen Huseyîn Denîz, hj. 71, r. 31)
    • Nimûneyekê lê zêde bike [ biguhêre ]

Ji wêjeyê

biguhêre
  • Ew ê niha ji nava erdan werin. Hê ro nuh çûye ava. — (Dara Hinarê, Yaşar Kemal, Weşanên Nûdem)
  • Hem kelî ew behr û kef da û dûxan,
    Kef bûye erd û dûxan bû asîman.
    Nîveka dî çêkirin jê çarî çîz
    Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha zazakî erd, soranî عه‌رز ('erz), farisî ارض (erz), ûrdûyî ارض (erz), swahîlî ardhi... hemû ji erebî أرض (erḍ) (erd, ax, zevî), hevreha akadî 𒆠 (erṣetu), aramî ܐܪܥܐ / ארעא (era'), îbranî ארץ (eretz)... ji proto-samî *ʾarṣ́-

Idiaya ku dibêje ji proto-hindûewropî *er- e û hevreha yûnaniya kevn έρασ (éras), almanî Erde, îngilîzî earth, swêdî jord û hwd. ye nikare rast be ji ber ku di kurmancî de D ji pey R ji peyvên xwemalî/îraniya kevn ketiye, bo nimûne: birin, kirin, mirin... Eger 'erd peyveke xwemalî ya kurdî/îranî bûya, ew dê bûba er yan el.

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • لغتنامه دهخدا [Ferhenga Dihxoda] (farisî-farisî): [1]
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010

biguhêre
Tewandina erd  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî erd erd
Îzafe erdê erdên
Çemandî erdî, êrd erdan
Nîşandera çemandî erdî wan erdan
Bangkirin erdo erdino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî erdek erdin
Îzafe erdekî erdine
Çemandî erdekî erdinan

erd n

  1. xwelî, ax
  2. zevî
  3. erazî, milk
  4. welat