Bilêvkirin

biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xwelî xwelî
Îzafe xweliya xweliyên
Çemandî xweliyê xweliyan
Nîşandera çemandî xweliyê wan xweliyan
Bangkirin xweliyê xweliyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xweliyek xweliyin
Îzafe xweliyeke xweliyine
Çemandî xweliyekê xweliyinan
 
Xwelî

xwelî

  1. Toza gewr ya ji tiştên şewitî/ sotî peyda bûye.
    • Manend-i gulan libas-i ker kim
      Ax û xweliyê bi ser xwe wer kim
      Zulfan hemî ta bi ta bikêşim
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)
  2. (devkî) Ax, erd, toz, herrî.
    • Ekrad qewî zêde îctinab (xwedûrî) û hezerê ji malêd weqfan dikin. Bi wê dereceyê (astê, pileyê) ko eger hakim eger axayekî zalim (sitemkar) di nêva wan da nî peyda bibitin, ew bi xef diçin û mistekê ji xweliya weqfê tînin û bi ser xanmanê wî zalimî (de) direşînin. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar2010, r. ?, ISBN 9789944360678)
  3. (mecazî) Malwêranî, kembaxî, bela, bedbextî, bêsiûdî.
    Xwelî bi serê me werbû. (Belayek mezin hat serê me.)
  4. (mecazî) Tiştek pîs.
    xwelî xwar û alîkariya dijminan kir.

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha soranî خۆڵەمێش(xołemêş), hewramî xûl, lûrî xol, pehlewî xvel/xwel, belûçî hûl, zazakî wele (kurmancî "xw" = zazakî "w"), belkî hemû ji proto-hindûewropî * swol- (ax, erd - sw- ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe xw - binere xwarin, xwendin, xwişk...) ku herwiha serekaniya solum ya latînî, soil ya îngilîzî ye. Wisa be, di kurdî de "xwelî" ji "ax" ya hindûewropî û "ax" ji "xwelî" ya hindûewropî ye anku maneyên herdu peyvan bi hev guherîne. հող (hoł) ya ermeniya kevn ihtimalen ji zimanên îranî hatiye wergirtin û di ermeniya nû de bûye հող (hoẍ) (Açaryan bi xeletî dibêje ku ya kurdî ji ermenî hatiye wergirtin. Eger wek gotina wî ya kurmancî ji ermenî bûya, hingê hevrehên wê wisa bi berfirehî di ziman û zaravayên îranî de peyda nedibûn.) Nêzîkiya navbera "xwelî" ya kurdî û kül (xwelî) ya tirkî ihtimalen tesedifî ye. Ya tirkî ne ji zimanên îranî hatiye wergirtin, hevrehên wê di zimanên din jî yên tirkîkî/tûranî de hene: azerî kül, tirkmenistanî kül, gagawzî kül, qazaxî күл (kül), oyxurî كۈل (kül), hemû ji tirkiya kevn * kül.

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.