Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hesp hesp
Îzafe hespê hespên
Çemandî hespî, hêsp hespan
Nîşandera çemandî hespî wan hespan
Bangkirin hespo hespino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hespek hespin
Îzafe hespekî hespine
Çemandî hespekî hespinan
 
Hespek

hesp bi gelemperî nêr, p-ya nerm

  1. (guhandar) dewarek e ku dişibe keranmezintir e û bi taybetî bo lêsiwarbûnê tê bikaranîn:
    Hespê beza, hespê rewan, hespê şehmoz.
    Li hespî / hêsp siwar bûn.
    Ji hespî / hêsp peya bûn.
    • Hespên wan rêhevalên wan bûn, ji bo gera dûr baskên wan bûn, şoreta wan bûn, di şeran de ruhxelasên wan bûn, di şênahiyan de, di şahiyan de, di dawetan de navdengiya wan bû. Wexta bỉ çargaviyê diçûn, te digot wekî lingên wan li erdê nakevin. — (Eyüp KiranDewrêşê Evdî Kulîlka Bilbizêk û RimNûbihar2018, çapa 4em, r. 34, ISBN 978-9944-360-95-1)
    • Rêwîtiya li ser hespê ko jî Mûsilê heta Cizîrê hatibû pê, ez ji hev xistibûm; pişta min, stûyê min bûbû mîna minareya mizgefta Nebî Nûh yê qehîm, min nikaribû ew bilivandina. — (Mehmed UzunHawara Dîcleyê 1, Weşanên Nefel2003)
    • Dil maye li pencer û şibakan
      Hespê xwe dida l' ciyê peyakan
      Mîr bir ji Memê temamî şeş dest
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)
    • Dir û yaqût û mirarî
      Misk û enber jê dibarî
      Hespê şahê şehsiwarî,
      Angeh ez pabûsî bûm.
       — (Siyahpûş, Dilberek Min Dî Bi Çavan [arşîv], helbestakurdi.com)
    • Û hespêd spehî û cins(xwedan nijadên pak) di nêv wan de heyîn. Çar cins(cûre) hesp heyîn; Kehêl, Hed, Seglawî, Mi'enneg. Nejdî jî peyda dibin, lakin kêm heyîn — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar2010, r. 63, ISBN 9789944360678)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Hevmane biguhêre

Hespên mê biguhêre

Jornav biguhêre

Jêrnav biguhêre

  • Çavkanî: Mela Xelîl Mişextî: Ferhenga Merg û Jî, Aras, Hewlêr 2006

Binêre herwiha biguhêre

Pêdiviyên hespan biguhêre

biguhêre

  • li hespî siwar bûn
  • ji hespî peya bûn
  • li pişta hespî kirin
  • li hespî bar kirin

Navê zanistî biguhêre

Cinsên Hespan biguhêre

Navên hespan di destanên kurdî de biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî ئەسپ‎(esp), kurdiya başûrî esp, goranî/hewramî esp, gîlekî اسپ(esp), mazenderanî اسو‎(esv), farisî berê اسپ‎(esp) û niha اسب(esb), tacikî асп (asp), osetî ефс (efs), peştûyî اسپه(espe, mahîn) û اس(es) / آس(‎as, hesp), baxterî ασπο (aspo /asp/), sogdî 𐼰𐼼𐼾𐼷‎(ʾspy /əspí/), avestayî 𐬀𐬯𐬞𐬀(aspa /espe/), hexamenişî 𐎠𐎿 (a-s /asa/) û 𐎠𐎿𐎱 (a-s-p /aspa/)... sanskrîtî अश्व (áśva)... lîtwanî ašva... latînî equa (mahîn) û equus (hesp)... hîtîtî 𒀲𒆳𒊏𒍑 (ekkus)... yûnaniya mikenî 𐀂𐀦 (i-qo /íkkʷos/), yûnaniya kevn ἵππος (híppos), yûnaniya niha ίππος (íppos)... ermenî էշ (ēš, ker)... hemû ji proto-hindûewropî *h₁éḱwos (hesp, hespê nêr).

Ji heman rehî herwiha: siwar.

Peydabûna hesp ya kurmancî ji proto-hindûewropî *h₁éḱwos wiha bûye: hesp < *ʰesp < *ʰespe < *ʰesve < ʰeçve < ʰeçwe < *ʰeçweh < *ʰeçwes < *h₁éḱwos. ʰ ya jornivîs nîşana wê yekê ye ku belkî H li destpêka peyvê hebû yan jî tine bû.

Bo guherîna *k ya proto-hindûewropî bi S di zimanên îranî de, bidin ber bo nimûne ser û sed. Bo guherîna *w ya proto-hindûewropî bi P, bidin ber bo nimûne spî.

Peyv ji mêj ve ji zimanên îranî û hindûîranî ketiye gelek zimanan. Bo nimûne akadî 𒊍𒉺𒀪 (as-pa-ʾ), hurî 𒀸𒋗𒉿 (aš-šu-wa), piraniya zimanên Kafkasyayê *ʼɨčʷe. Peyv ji kurdî (ihtimalen kurmancî) wek հասբ (hasb) ketibû ermeniya kevn jî.

Hêjayî gotinê ye ku hesp ne hevreha peyvên germenî yên bo nimûne wek îngilîzî horse, danmarkî hest yan swêdî häst e. Ev ji proto-hindûewropî *ḱr̥sós in.

Çavkanî
  • Cathcart, Chundra Aroor (2015): Iranian Dialectology and Dialectometry, Doctoral dissertation, University of California at Berkeley.
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Lubotsky, Alexander. Indo-Aryan inherited lexicon . University of Leiden.
  • Mayrhofer, Manfred (1992–2001): Etymologisches Wörterbuch des Altindoarischen [Ferhenga etîmolojî ya hindûaryayiya kevn] (bi almanî), Heidelberg: Carl Winter Universitätsverlag.
  • Kloekhorst, Alwin (2008): Etymological Dictionary of the Hittite Inherited Lexicon (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series; 5), Leiden, Boston: Brill.
  • Расторгуева В. С., Эдельман Д. И. Этимологический словарь иранских языков. [Rastorguyeva V.S., Edelman D.I.: Ferhenga Etîmolojî ya Zimanên Îranî] (bi rûsî) 2000-2011-.
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010
  • Witzel, Michael (2003): Linguistic Evidence for Cultural Exchange in Prehistoric Western Central Asia.

Dûnde biguhêre

  • Ermeniya kevn: հասբ (hasb)

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.