Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Tîp biguhêre

ê (girek Ê)

  1. Heftem tîpa û sêyem dengdêra alfabeya kurdî ye û nîşana dengek dirêj e.

Bi alfabeyên din biguhêre

Unicode biguhêre

Unicode Koda HTMLê Tex
U+00EA ê an ê an jî ê \^{e}

Têkildar biguhêre

Mane biguhêre

ê (cureyê peyvê?)

  1. li şûna peyvên yekjimar yên zayendnêr yên diyar
    Ê min giran e (Barê min giran e.)
  2. li şûna navdêrên zayendnêr daku navdêr neyê dubarekirin
    Kar ê wan e (Kar karê wan e.)
  3. dikeve navbera du diyarkeran yên ku li peyvek yekjimar ya zayendnêr tên
    Saqoyê reş ê li erdê
  4. li şûna "ew tiştê (ku)"
    Ê wî got, me ji mêj ve dizanî (Ew tişt, yê ku wî got, me ji mêj ve dizanî.)
  5. ji çend kesan yan tiştan yekî diyarzayendnêr
    Du kurr bûn. Ê bejndirêj pirçreş bû (Du keç bûn. Keça bejndirêj pirçreş bû.)
    Sê kes bûn: yek mîr, yek kurrmîr û yek jî xulam. Navê ê xulam Xelîl bû (Navê xulamî Xelîl bû.)
  6. , , peyvikek alîkar dikeve gel lêkerên tewandî û diyar dike ku bûyerek dê di pêşerojê anku dema bêt de biqewime
    Ez ê sibê biçim.
    Ew ê sala bêt bigihe vir.
    Dema mezin bibî, tu ê ji bîr bikî.
  7. peyvikek e tê gotin dema kesa/ê diaxive piçekê radiweste û difikire berî ku axiftina xwe bidomîne
    Navê wî... êêê... Azad bû, ...êêê, ... kurrê Ehmedî bû.'
  8. peyvikek e kesa/ê guhdar dibêje bi armanca diyarkirina hindê ku guh dide axiftinê yan dixwaze kesa/ê diaxive gotina xwe bidomîne
    - Ez çûm Kurdistanê...
    - Êêê...
    - û li gelek bajarran gerriyam.
  9. di hin devokan de dikeve pey kirdeyên anku subjeyên yekjimar yên zayendnêr û wateya berdewamiya kirinê didiyê
    Cemal ê dinivîse 'Cemal aniha / vê gavê / vê kêlîkê dinivîse.)
    Ez ê dixwim (Ez li ser xwarinê me. = yê dibêje kurr / zelam e)
    Tu ê dixwînî (Tu tam vê bîskê / kêlîkê dixwînî. = yê dixwîne kurr / zelam e)
    Ew ê dibêje (Ew aniha dibêje. = yê dibêje nêr e)
  10. di hin devokan de lêkera "bûn" di rewşa yekjimar ya dema nihoyî de bo kirdeyên yekjimar yên zayendnêr dide
    Azad ê li malê (Azad li malê ye.)
    Ez ê li malê nînim (Ez ne li malê me.)
  11. di hin devokan de di dema borî ya dûdar de li bireserên (objeyên) yekjimar yên zayendnêr zêde dibe: Min ew qapût ê kirriye (Min ew saqo kirriye.)
  12. di hin devokan de li şûna "Î" ya forma dema nihoyî ji lêkera "bûn" bo cînavê duyemyekjimar
    Tu çawan ê (Ew çawan î)

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Bi maneya "ê ku, yê ku" ji proto-hindûewropî * éy, hevreha avestayî 𐬫𐬋 (yō), sanskrîtî यद् (yád), yûnaniya kevn ὅς (hós), (hḗ), (hó), latînî ea, id, is, îngilîzî the, almanî er, slavoniya kevn ижє, єижє...

Werger biguhêre

Zazakî biguhêre

Cînav biguhêre

ê

  1. wan, ew (pirrjimar)