1. Paşgira navdarên yên tewandî ye.
    Av → Avê vedixwim.
    Sêv → Sêvekê bixwe.
    Mala wê (ew + -ê).
    Jîyan → Jîyanê çi got?
  2. Paşgirek e bo peyvên yekjimar yên zayendnêr dema nomînek (cînavek / navdêrek / rengdêrek) diyarker li dû wê peyvê bêt.
    Kurrê wî.
    Mêrê Fatmayê.
    Dîwarê kevn.
  3. Paşgira bangkirina li kesên yan tiştên zayendmê ye.
    Keçê, ka were!.
    Yarê, te ez helandim.
  4. Di hin devokan de paşgira pirrjimariyê ye dema diyarkerek bide dû peyv sereke.
    Min du defterê nû hene lê min ji bîr çend pênûsê din jî ji xwe re bikirrim.
  5. Paşgireke li şûna /
    paşê (paş wî/wê)
    li serê (li ser wî/wê)
    Ev şeve dereng şev herre dergehê wî biqute û bêjê (bibêje wî): Birayê Remezan, min êkê kuştî û eve şurtehê li dîf mi ve dê mi girin yan ew neyarê'd min il dîf mi ve dê mi kujin û mi divêt ev şeve tu bi min xwedan kî heta saharê.
    Ev şeva gotê (gote wî) seet dozdeh tu dê çî mala wan bêjî babê minê gotî he ehe bila bête vêrê.[1]
  6. Li dawiya bangnîşanan û lêkerên di rewşa bilanî/fermanî de danîn; nexasma bo mêzayan.
    porkurrê, xwedênehêştê
    Destê xwe rakir ku xwe nîşan bidiyê
    Ka pê lê ke û deng bidayê
    Min diya te gayê!
  • -êy (bi devokî ji bo 3. - paşgira bangkirina li kesên yan tiştên zayendmê)

Bide ber

biguhêre

Binere herwiha

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Raman 1: Ji forma berê û devokî *-a, di zazakî û devokên Berferatî de hê /a/ ye, hevzaya -a (îzafe). a ji berê ve di zimanikên îranî de ramanika mêzahiyê dide.

Raman 2: Hevreha , soranî , farisî -i, pehlewî , farisiya kevn -ehye, avestayî -ehie ji zimanên îranî.

Raman 3: Ji *-a, ji *-ay, bi heman awayê Raman 1. Di zimanên din ên kurdî de guherrîna /a/ên dawîn > /e/ çêbûye li şûna /a/ > /ê/. Hevzaya farsiya klasîk -ﺎ(-a) (bêzayend), soranî -ـە(-e) (bêzayend), zazakî -e (mê).

Raman 4: Kurtkirina -ên di vegotina rojane de.

Raman 5: Hevzaya soranî -ﯽ(-iy, -î) lê wek kurtkirina / di vegotina rojane de bi kar tê.

  1. Unger, Christopher, 2012, Badini Kurdish modal particles dê and da: procedural semantics and language variation