Bilêvkirin

biguhêre

goran mê û nêr

  1. Kesên ku zaravayê wan yan zimanê wan goranî ye.
  2. Her kesa/ê ji wê komê.
    • Navê beşekî mezin ji milletê Kurd e. Di ferhegna Henbane Boriîne de, wateya goran gundî ye jî. Di ferhenga Elhediyye El Hemîdiyye de, ku danerê wê li Mutkiya Bedlîsê ferhenga xwe nivîsîbû, goran yanî kesê kem di nav xelkê de. Di şîroveyên Muhemmed Ezîz Pûr Daşbendî de, goran li ba mukriyan ew kesê diz û tirsonek e. Herweha Daşbendî xwe disipêre kiteba Reşîd Yasimî (Kurd û pêwistigî nijadî û) r.102, ku li ser zimanê Rich dibeje: Goran Kurdên gundnişîn û cotyarî ne. Rich dibêje: Kurd du beş in; çadirnîşîn ku şivan û çekdar in û beşê duyem jî gundnişîn û cotyarî ne ku ji wan re te gotin Goran. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar2010, r. 118, ISBN 9789944360678)

Etîmolojî

biguhêre

Ji navê êla Goran, ji *gehwaran, ji *gahbaran, ji *gah (pehlewî [skrîpt hewce ye] (gah, îlahî, qewl û kilam, stranên dînî)) + -bar anku ên kilambêj, ên ku gehên dînî lê ye, +an. Ji pêş-îranîkî *gaHθáH (gehθeh), ji pêş-hindûîranîkî *gaHtʰáH (geht'eh), ji pêş-hindûewropî *g⁽ʷ⁾eH-tHó-s, ji *g⁽ʷ⁾eH- (stran, girî) + *-tHós. Ramana stranbêjiyê di gelek zimanên kurdî de parastiye wek soranî گۆرانی(goranî, stran). Bi gengazî ji ber ku polek pîr û rahibên zerdeştî bûn û bi gaθa/gah/geh'ên evistayê têkildar bûn lewmanî. Bo mînakek yeksan binêre dibe ku êla Zend jî, van hemûyan binîqaş in. Goran bêşik ji xwe re nabêjin goranî/hewramî ji ber ku bes navê eşîrekê ye, dibêjin kird/kurđ an jî kirdûs (bide ber zazakî kirdas).

Bi maneya gundî/file/nekoçer di jargona koçeran de ji gawir + -an (gawir wateya gundî dide, binêre gawir).

Formeke navdêrê 1

biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Çemandî gorê goran

goran

  1. Rewşa çemandî ya ya pirjimar a binavkirî ya gor (qebir, tirb, mezar).

Formeke navdêrê 2

biguhêre

goran

  1. Guhartoyeke goreyan.
    rewşa çemandî ya pirjimar a binavkirî ya gore.