hind

  1. ewqas, qas, qend, qender, miqdar, mêjer, çi hinde, mîna vê / wê (biçûk / mezin / baş / xirab û hwd)
    Hind mezin e ku nikarim hilgirim.
  2. Ew yek, ew tişt, ew.
    Ji ber hindê ez nayêm. (Ji ber wê yekê ez nayêm. / Sedema nehatina min ew e.)
  3. cem, bal, nik, def, rex
    Ez diçim hindê diya xwe.
    Ez nika li hindê hevalê xwe hêja me.

Ji wêjeya klasîk

biguhêre
  • Teklîf kirin hemî bi merdan
    Xaqan bi xwe hind wê kemîn bû
    Fexfûr ji xwanê kaseçîn bû
     — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Etîmolojî

biguhêre

Hevrehên din yên kurmancî hinde, hindî, zazakî hondê, soranî ewende, partî ewinde, ji hin- (ew, , ) wek di hingê (wê gavê) de + -nd (miqder, qeder, qas, qiyas) wek di çend de, ji zimanên îranî.

hind

  1. rex, alî, hêl, teref
  2. hindav, raser, jor, ser

Etîmolojî

biguhêre

Yekser yan bi rêya ermeniya kevn ընդ (ənd) ji proto-hindûewropî *h₂énti (beramber, hevber, ber, nêzîk, li rex, li aliyê), hevreha sanskrîtî अन्ति (anti), yûnaniya kevn ἀντί (antí), latînî ante, toxarî B ante, albanî ende, hîtîtî hanza, îngilîzî and, almanî und, danmarkî end, holendiya kevn ende, holendiya nû en, norwecî enn, swêdî än... Yan jî hevreha farisî عند‎ ('ind)... hemû ji erebî عند‎ ('inde: li ber, li rex, li nêzîk), hevreha maltayî għand. Ji eynî rehê proto-hindûewropî bi rêya yûnanî: antî-

hind

  1. Binêre Hindistan.

hind

  1. biha, nirx, fiyet, heq

Çavkanî

biguhêre
Ev peyv ji wergerên biha hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Bilêvkirin

biguhêre

Rengdêr

biguhêre

hind

  1. paşîn: beşê dawî ji laşî (bi giştî bo ajalan tê gotin)