torin mê û nêr

  1. (malbat) Zarokên zarokên kesekê/î.
    Zarokên kurê te torinên te ne.
    Kurê keça te torinê te ye.
    Bihar keça Hinarê ye û Hinar keça Çinarê ye anku Bihar torina Çinarê ye.
  2. dûnde, zuryet, paşhatî
  3. malmezin, sergewer, xanedan, arîstokrat, zadegan, esilzade, tovrind,
    kesa/ê ji malbatek zengîn yan navdar,
    endamaçîna bilind yan serdest ya civakê
  • (zarokên zarokên kesekî) nevî

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji proto-hindûewropî * tor-, pileya o ji * ter- ya ku herwiha serekaniya terr ya kurdî ye. Ji proto-îranî *tewrun-, Hevreha avestayî tewrune (zarok; têjik), sanskrîtî तरुण (táruṇe: ciwan, genc), तर्ण (terṇe: golik), तर्णक (terṇeke: têjik), osetî тырын (tirî: xort, genc), ermeniya kevn թոռն (tʿoṙn), ku serekaniya թոռ (t’oṙ) ya ermeniya nû ye, bi ihti ihtimaleke mezin ji kurdî ye. Herwiha torun ya tirkî û zimanên din yên tirkîkî jî ji heman rehê îranî hatiye deynkirin.

"Torin" hevreha peyvên kurmancî "tolaz" (xort), "tûle" (têjikan seyan/kûçikan, cewrik) û "terr" e. Lê bi ihtimaleke mezin "torin" bi xwe formeke ermenî ye ji ber ku di kurdî de ew bi piranî tenê li wan cihan tê bikaranîn ku ermenî lê hebûne. Wek din di zaravayên kurdî û di zimanên din yên îranî yên niha de ne xuya ye. "Tewrune" ya avestayî û "terune" ya sanskrîtî herdu jî nêzîkî maneya "tolaz" û "tûle" ne. Herwiha "r" ya îraniya kevn bi piranî di zimanên îranî yên niha de bûye "l" loma ihtimalen "tewrune > tûle/tolaz", ne "tewrune > torin".

torin

  1. (element) toryûm