nevis

  1. kurhilî, zirkur, zirkeç, kurmarî, keçmarî, dûtmarî, pismarî, keçhilî, nevisî,
    zarokên jina kesekî lê ne yên wî bi xwe
    Elî mêrê Xemê ye û Xemê dayika Azadî ye. Lê ji ber ku Azad ne kurê Elî ye Azad nevisê Elî ye. Wiha Elî jî dibe zirbavê Azadî.
  2. kurhilî, keçhilî,
    zarokên mêrê kesekî lê ne yên wê bi xwe
    Mecîdî du zarok ji jina xwe ya wefatkirî hene loma ew nevisên jina wî ya nû ne. Jina Mecîdî ya nû ji dibe dêmariya wan.

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Yan ji ne- + pis (anku "ne-kur") û hevreha farisî ناپسری(napiserî) yan jî ji proto-hindûewropî * h₂népōts (nevî), proto-îranî *nepats, hevreha nevî ya kurmancî, نوه(neve) ya farisî, nep ya pehlewî, 𐎴𐎱𐎠 (nepa) ya farisiya kevn, 𐬥𐬀𐬞𐬁𐬙 (nepat) ya avestayî, नपात् (nepat) ya sanskrîtî, nepōs ya latînî, ἀνεψιός (kinêz, kuzen) ya yûnaniya kevn, nefa ya inglîziya kevn û nephew ya inglîziya nû.