kurhilî
Bilêvkirin
biguhêreRengdêr
biguhêrekurhilî, r-ya req
- kurê şûyê jinek yê ji xêzana wî ya berîn, li gora wê jinê, her wisa, kurê xêzana mêrek yê ji şûyê wê yê berîn, li gora wî mêrî. djm: "keçhilî"
- hin damarî û bamarî ji kurhilîyên xwe hez dikin, hin jî hez nakin". şrv: I- ev, peyvikeka sazber e ku, ji navê "kur" û salixnavê "hilî" hatîye sazkirin. salixnavê "hilî", bi mana "zarok, çêleyeka lawiran, xerz û gîya yan tiştekî çandî yê wek genim, ce û hwd yê ku zû gihiştîye, bi wext gihiştîye û kemilîye" bi kar tê anîn. ev salixnav, dijmana salixnavê "virnî" ye. II- eger jinek bi zilamek re bizewice û kurekî wî zilamî ji xêzana wî ya berîn hebe, ji ber ku di dema wê zewacê de ew kur heye, ji bo wê jinê ew "hilî" ye û ji wê jinê re dibe "kurhilî". her wisa, eger zilamek bi jinek re bizewice û kurekî wê jinê ji şûyê wê yê berîn hebe, ew kur ji ji bo wî zilamî "hilî" ye û dibe "kurhilî"yê wî. bnr "hilî" û "virnî"
Werger
biguhêre- Tirkî:?emeksiz evlât → tr, ?üvey çocuk → tr, ?üvey evlât → tr