Bilêvkirin

biguhêre
Tewandina civak  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî civak civak
Îzafe civaka civakên
Çemandî civakê civakan
Nîşandera çemandî civakê wan civakan
Bangkirin civakê civakino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî civakek civakin
Îzafe civakeke civakine
Çemandî civakekê civakinan

civak m

  1. Micteme, komek mirovan ya bi hev re li welatekî yan bajarekê yan gundekî dijî
    û xwedî hin taybetmendiyên hevbeş e (bi taybetî koma ku çandeyek xweser heye).
    • Ev paragraf nirxê jinê li civakeke feodal dide berçavan. Digel ku civak ne ew civaka pêşketî ye jî lê dîsa jin beşdarî civakê dibe û ji biryaran ne dûr e. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar~1858, sala weşandinê: 2010, r. 49, ISBN 9789944360678)
  2. Hemî mirovên li welatekî dijîn.
  3. Gel lê ne dezgehên hikûmî.

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Neolojîzmeke[ç 1] kurmanciya nivîskî ya sedsala 20an e. Paşvesazî ji civakî ji civatkî ji civat ji cimat ji cimaet ji cemaet ji erebî جَمَاعَة (jamāʕa). Hevreha civîn, civandin, civat. Herwiha bide ber avestayî han-came- (civîn, kom bûn, hatin nik hev) û pehlewî hen-caften (bi dawî anîn) lê ne ihtimal e ku ya kurdî hevreha wan be.

Çavkanî:

  1. ^ Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press, r. 92.
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya society a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.