KurdîBiguherîne

BilêvkirinBiguherîne

LêkerBiguherîne

hatin (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: -ê-
RP.
Niha
ez têm
tu têyî
ew
em, hûn, ew tên
Fermanî Yekjimar
Pirjimar bên
Rehê dema borî: -hat-
RP.
Boriya
sade
ez hatim
tu hatî
ew hat
em, hûn, ew hatin
Formên din:  Tewandin:hatin

hatin lêkera xwerû, negerguhêz

  1. Ji cihek dûrtir gihiştin cihek nêzîktir,
    nêzîktir bûn, nêzîk bûn
    Em ji dûr hatine.
  2. Dema tiştek ji mirovî re di bêjin.
    Telefonek bu min hat.
  3. Bi rêve hatin yan pêya hatin.
    Em pêya hatin vêrê.
  4. Lêkerek alîkar bo çêkirina forma tebatî anku pasîv.
    Hemî hatin kuştin.
    Stranên ko heta niha nehatine gotin, zimanê ko nehatiye vejandin, wêjeya ko nehatiye nivîsandin, klasîkên ko nehatine çapkirin û belavkirin, çanda ko nehatiye nasandin û gelek tiştên din...

Ji wêjeya klasîkBiguherîne

  • Lew Melek hatin ji bo wî sacidîn
    Bû xezîne ew ji bo durra yetîm
    (Mewlûda Kurdî ~1720, Mela Hesenê Bateyî)

Bi alfabeyên dinBiguherîne

DijmaneBiguherîne

TewînBiguherîne

TewandinBiguherîne

Gelek caran hin kes dibêjin ku formên lêkera ”hatin” yên wek ”ez bêm/têm” formên kurtkirî ne û divê li cihê wan mirov binivîse ”ez dihêm”. Lê gelo bi rastî formên wek "ew bên/neyên" yan "ew bihên/nehên" bo zimanê nivîsînê çêtir in?

Di peyva "hatin" ya rader de "h" heye lê hem di pirraniya kurmancî û hem jî pirraniya soranî û herwiha farisî û zazakî de jî "h" di rehê dema niha de ne li kar e.

- Bi soranî "d-êm" (ez têm) yan "y-êm" e, ne *de-hêm" yan *e-hêm.
- Bi zazakî: "yena" (ez têm), ne "ez *hena"
- Bi farisî: "men mî-ayem" yan "men mî-am" (ne *mî-hayem yan mî-ham").

Di zazakî (ameyen), farisî (ameden), hewramî (amay), pehlewî (amd-), avestayî (agem-) de "h" li destpêka peyvê nîne. Di kurmancî û soranî de "-m/ma-/me-" ji nîva peyvê ketiye lê "h" li destpêka peyvê zêde bûye ji ber ku bi taybetî kurmancî ji herfên bideng li destpêkê hez nake.

Lê di kurmancî de jî di pirraniya devokan de "h" tenê li peyva xwerû "hatin" zêde bûye, ne li rehê dema niha -ê- (soranî -ê-, farisî -a- yan -ay-, zazakî -yen-).

Bi kurmancî ji Konyayê bigire heta Zaxo û ji Ermenistanê heta Efrînê "ew t-ên" û "ew na(y)ên" e. "Ew di-hên" û "Ew na-hên" bi Behdînan û Hekariyan ve sinordar e.

Loma zêdekirina "h" li rehê dema niha anku bikaranîna formên wek "ez di-h-ê-m” hîperkorekt e anku mirov wisa zêde hewl dide sererast bike ku taliyê encama wê xelet derdikeve!

EtîmolojîBiguherîne

Ji proto-hindûewropî *gwem- ("hatin"), proto-îranî *a- ("ber bi … ve") + gem- ("hatin"), avestayî: a-gem- ("hatin"), farisiya kevn: a-gem- ("hatin"), pehlewî: a-md- ("hatin"), farisî: a-meden ("hatin"), partî: a-gd- ("hatin"), sogdî: a-ğd- ("hatin"), kîrîbatî: a-men- ("hatin"), sîvendî: ā-mēy ("hatin") alfabeya arî, partî: a-γd- ... alfabeya arî, kurmancî: ha-tin ("hatin"), soranî: ha-tin ("hatin"), hewramî: a-may ("hatin"), zazakî: a-mayen ("hatin"), sanskrîtî: gem ("hatin"), latînî: venire ("hatin"), yûnanî: bainein ("hatin"), inglîzî: come ("hatin") ...

Çavkanî: Cheung p.100, Watkins p.33 | Pokorny: 465 f.
Hevreh: zeman, gav, peyam


rehê dema niha "-ê-":
Ji proto-hindûewropî: *ei- ("çûn"), proto-îranî: *ai- ("çûn"), avestayî: - ("çûn"), partî: ay- ("çûn"), pehlewî: 'y- ("-ê-"), somalî: 'ys- ("-ê-"), farisî: ay- ("-ê-") ("-ê-"), semnanî: ī- ("-ê-"), kîrîbatî: aj- ("-ê-") ... alfabeya arî, kurmancî: -ê-- ("-ê-"), soranî: -ê-- ("-ê-"), hewramî: e-, zazakî: -y- ("-ê-"), sanskrîtî: ay- ("çûn"), yûnanî: eimi ("ez diçim"), latînî: īre ("çûn")

Çavkanî: Cheung p.156, Watkins p.22
Bo rehê -wer- binêre: -wer-

Biguherîne

Bi zaravayên dinBiguherîne

WergerBiguherîne

NavdêrBiguherîne

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hatin hatin
Îzafe hatina hatinên
Çemandî hatinê hatinan
Nîşandera çemandî hatinê wan hatinan
Bangkirin hatinê hatinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hatinek hatinin
Îzafe hatineke hatinine
Çemandî hatinekê hatininan

hatin

  1. Maneya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.
    Mînakek bidin... (biguherîne)

WergerBiguherîne