vegere hatin

Reh biguhêre

Gelek caran hin kes dibêjin ku formên lêkera ”hatin” yên wek ”ez bêm/têm” formên kurtkirî ne û divê li cihê wan mirov binivîse ”ez dihêm”. Lê gelo bi rastî formên wek "ew bên/neyên" yan "ew bihên/nehên" bo zimanê nivîsînê çêtir in?

Di peyva "hatin" ya rader de "h" heye lê hem di pirraniya kurmancî û hem jî pirraniya soranî û herwiha farisî û zazakî de jî "h" di rehê dema niha de ne li kar e.

- Bi soranî "d-êm" (ez têm) yan "y-êm" e, ne *de-hêm" yan *e-hêm.
- Bi zazakî: "yena" (ez têm), ne "ez *hena"
- Bi farisî: "men mî-ayem" yan "men mî-am" (ne *mî-hayem yan mî-ham").

Di zazakî (ameyen), farisî (ameden), hewramî (amay), pehlewî (amd-), avestayî (agem-) de "h" li destpêka peyvê nîne. Di kurmancî û soranî de "-m/ma-/me-" ji nîva peyvê ketiye lê "h" li destpêka peyvê zêde bûye ji ber ku bi taybetî kurmancî ji herfên bideng li destpêkê hez nake.

Lê di kurmancî de jî di pirraniya devokan de "h" tenê li peyva xwerû "hatin" zêde bûye, ne li rehê dema niha -ê- (soranî -ê-, farisî -a- yan -ay-, zazakî -yen-).

Bi kurmancî ji Konyayê bigire heta Zaxo û ji Ermenistanê heta Efrînê "ew t-ên" û "ew na(y)ên" e. "Ew di-hên" û "Ew na-hên" bi Behdînan û Hekariyan ve sinordar e.

Loma zêdekirina "h" li rehê dema niha anku bikaranîna formên wek "ez di-h-ê-m” hîperkorekt e anku mirov wisa zêde hewl dide sererast bike ku taliyê encama wê xelet derdikeve!

Rehên dema niha:

Tewandin biguhêre

Standard, kurmanciya navendî, rojavayî û serhedî

 vegere hatin
  Pirsgirêkan nîşan bide – Pêşniyaran bike
Tewandina lêkera hatin
(hevedudanî, negerguhêz)
Dema niha Dema borî
Reh –ê– –hat–
Raweya pêşkerî (daxuyanî) - Indicative
Dema niha - Present Raboriya sade - Preterite
Dema boriya têdeyî
Erênî Neyînî Erênî Neyînî
ez têm ez nayêm ez hatim ez nehatim
tu têyî tu nayêyî tu hatî tu nehatî
ew tê ew nayê ew hat ew nehat
em tên em nayên em hatin em nehatin
hûn tên hûn nayên hûn hatin hûn nehatin
ew tên ew nayên ew hatin ew nehatin
Raboriya berdest - Imperfect
Çîrokiya dema niha
Raboriya dûr - Pluperfect
Çirokiye boriya têdeyî
Erênî Neyînî Erênî Neyînî
ez dihatim ez nedihatim ez hatibûm ez nehatibûm
tu dihatî tu nedihatî tu hatibûyî tu nehatibûyî
ew dihat ew nedihat ew hatibû ew nehatibû
em dihatin em nedihatin em hatibûn em nehatibûn
hûn dihatin hûn nedihatin hûn hatibûn hûn nehatibûn
ew dihatin ew nedihatin ew hatibûn ew nehatibûn
Dema bê - Future Dahatiya pêş - Future perfect
Erênî Neyînî Erênî Neyînî
ez ê bêm ez ê neyêm ez ê hatibim ez ê nehatibim
tu yê bêyî tu yê neyêyî tu yê hatibî tu yê nehatibî
ew ê bê ew ê neyê ew ê hatibe ew ê nehatibe
em ê bên em ê neyên em ê hatibin em ê nehatibin
hûn ê bên hûn ê neyên hûn ê hatibin hûn ê nehatibin
ew ê bên ew ê neyên ew ê hatibin ew ê nehatibin
Raboriya dûdar - Perfect
Dema boriya dûdar
Çîrokiya boriya dûdar - Nonconfirmative pluperfect
Erênî Neyînî Erênî Neyînî
ez hatime ez nehatime ez hatibûme ez nehatibûme
tu hatiyî tu nehatiyî tu hatibûyiye tu nehatibûyiye
ew hatiye ew nehatiye ew hatibûye ew nehatibûye
em hatine em nehatine em hatibûne em nehatibûne
hûn hatine hûn nehatine hûn hatibûne hûn nehatibûne
ew hatine ew nehatine ew hatibûne ew nehatibûne
Raweya xwestekî (bilanî, daxwazî) - Subjunctive
Dema nihaya xwestekî - Present subjunctive
Nihaya bilaniyê
Dema boriya xwestekî - Preterite subjunctive
Erênî Neyînî Erênî Neyînî
(bila) ez bêm (bila) ez neyêm (bila) ez hatibim (bila) ez nehatibim
(bila) tu bêyî (bila) tu neyêyî (bila) tu hatibî (bila) tu nehatibî
(bila) ew bê (bila) ew neyê (bila) ew hatibe (bila) ew nehatibe
(bila) em bên (bila) em neyên (bila) em hatibin (bila) em nehatibin
(bila) hûn bên (bila) hûn neyên (bila) hûn hatibin (bila) hûn nehatibin
(bila) ew bên (bila) ew neyên (bila) ew hatibin (bila) ew nehatibin
Raboriya bilaniyê - Imperfect subjunctive Raboriya dûr a bilaniyê - Pluperfect subjunctive
Erênî Neyînî Erênî Neyînî
(bila) ez bihatama (bila) ez nehatama (bila) ez hatibûma (bila) ez nehatibûma
(bila) tu bihatayî (bila) tu nehatayî (bila) tu hatibûyayî (bila) tu nehatibûyayî
(bila) ew bihata (bila) ew nehata (bila) ew hatibûya (bila) ew nehatibûya
(bila) em bihatana (bila) em nehatana (bila) em hatibûna (bila) em nehatibûna
(bila) hûn bihatana (bila) hûn nehatana (bila) hûn hatibûna (bila) hûn nehatibûna
(bila) ew bihatana (bila) ew nehatana (bila) ew hatibûna (bila) ew nehatibûna
Raweya mercî (hekînî) - Conditional
Çîrokiya dema nihaya mercî - Present conditional Dema boriya mercî - Preterite conditional
Erênî Neyînî Erênî Neyînî
ez ê bihatama ez ê nehatama ez ê hatibûma ez ê nehatibûma
tu yê bihatayî tu yê nehatayî tu yê hatibûyayî tu yê nehatibûyayî
ew ê bihata ew ê nehata ew ê hatibûya ew ê nehatibûya
em ê bihatana em ê nehatana em ê hatibûna em ê nehatibûna
hûn ê bihatana hûn ê nehatana hûn ê hatibûna hûn ê nehatibûna
ew ê bihatana ew ê nehatana ew ê hatibûna ew ê nehatibûna
Raweya fermanî - Imperative
Dema niha - Present
Erênî Neyînî
(tu) bê (tu) neyê
(hûn) bên (hûn) neyên

Binêre

Kurmanciya rojhilatî

 vegere hatin
  Pirsgirêkan nîşan bide – Pêşniyaran bike
Tewandina lêkera hatin
(hevedudanî, negerguhêz)
Dema niha Dema borî
Reh –hê– –hat–
Raweya pêşkerî (daxuyanî) - Indicative
Dema niha - Present Raboriya sade - Preterite
Dema boriya têdeyî
Erênî Neyînî Erênî Neyînî
ez dihêm ez nahêm ez hatim ez nehatim
tu dihêyî tu nahêyî tu hatî tu nehatî
ew dihê ew na ew hat ew nehat
em dihên em nahên em hatin em nehatin
hûn dihên hûn nahên hûn hatin hûn nehatin
ew dihên ew nahên ew hatin ew nehatin
Raboriya berdest - Imperfect
Çîrokiya dema niha
Raboriya dûr - Pluperfect
Çirokiye boriya têdeyî
Erênî Neyînî Erênî Neyînî
ez dihatim ez nedihatim ez hatibûm ez nehatibûm
tu dihatî tu nedihatî tu hatibûyî tu nehatibûyî
ew dihat ew nedihat ew hatibû ew nehatibû
em dihatin em nedihatin em hatibûn em nehatibûn
hûn dihatin hûn nedihatin hûn hatibûn hûn nehatibûn
ew dihatin ew nedihatin ew hatibûn ew nehatibûn
Dema bê - Future Dahatiya pêş - Future perfect
Erênî Neyînî Erênî Neyînî
ez ê bihêm ez ê nehêm ez ê hatibim ez ê nehatibim
tu yê bihêyî tu yê nehêyî tu yê hatibî tu yê nehatibî
ew ê bihê ew ê ne ew ê hatibe ew ê nehatibe
em ê bihên em ê nehên em ê hatibin em ê nehatibin
hûn ê bihên hûn ê nehên hûn ê hatibin hûn ê nehatibin
ew ê bihên ew ê nehên ew ê hatibin ew ê nehatibin
Raboriya dûdar - Perfect
Dema boriya dûdar
Çîrokiya boriya dûdar - Nonconfirmative pluperfect
Erênî Neyînî Erênî Neyînî
ez hatime ez nehatime ez hatibûme ez nehatibûme
tu hatiyî tu nehatiyî tu hatibûyiye tu nehatibûyiye
ew hatiye ew nehatiye ew hatibûye ew nehatibûye
em hatine em nehatine em hatibûne em nehatibûne
hûn hatine hûn nehatine hûn hatibûne hûn nehatibûne
ew hatine ew nehatine ew hatibûne ew nehatibûne
Raweya xwestekî (bilanî, daxwazî) - Subjunctive
Dema nihaya xwestekî - Present subjunctive
Nihaya bilaniyê
Dema boriya xwestekî - Preterite subjunctive
Erênî Neyînî Erênî Neyînî
(bila) ez bihêm (bila) ez nehêm (bila) ez hatibim (bila) ez nehatibim
(bila) tu bihêyî (bila) tu nehêyî (bila) tu hatibî (bila) tu nehatibî
(bila) ew bihê (bila) ew ne (bila) ew hatibe (bila) ew nehatibe
(bila) em bihên (bila) em nehên (bila) em hatibin (bila) em nehatibin
(bila) hûn bihên (bila) hûn nehên (bila) hûn hatibin (bila) hûn nehatibin
(bila) ew bihên (bila) ew nehên (bila) ew hatibin (bila) ew nehatibin
Raboriya bilaniyê - Imperfect subjunctive Raboriya dûr a bilaniyê - Pluperfect subjunctive
Erênî Neyînî Erênî Neyînî
(bila) ez bihatama (bila) ez nehatama (bila) ez hatibûma (bila) ez nehatibûma
(bila) tu bihatayî (bila) tu nehatayî (bila) tu hatibûyayî (bila) tu nehatibûyayî
(bila) ew bihata (bila) ew nehata (bila) ew hatibûya (bila) ew nehatibûya
(bila) em bihatana (bila) em nehatana (bila) em hatibûna (bila) em nehatibûna
(bila) hûn bihatana (bila) hûn nehatana (bila) hûn hatibûna (bila) hûn nehatibûna
(bila) ew bihatana (bila) ew nehatana (bila) ew hatibûna (bila) ew nehatibûna
Raweya mercî (hekînî) - Conditional
Çîrokiya dema nihaya mercî - Present conditional Dema boriya mercî - Preterite conditional
Erênî Neyînî Erênî Neyînî
ez ê bihatama ez ê nehatama ez ê hatibûma ez ê nehatibûma
tu yê bihatayî tu yê nehatayî tu yê hatibûyayî tu yê nehatibûyayî
ew ê bihata ew ê nehata ew ê hatibûya ew ê nehatibûya
em ê bihatana em ê nehatana em ê hatibûna em ê nehatibûna
hûn ê bihatana hûn ê nehatana hûn ê hatibûna hûn ê nehatibûna
ew ê bihatana ew ê nehatana ew ê hatibûna ew ê nehatibûna
Raweya fermanî - Imperative
Dema niha - Present
Erênî Neyînî
(tu) bihê (tu) ne
(hûn) bihên (hûn) nehên

Binêre