Kurmancî biguhêre

Rengdêr biguhêre

malmezin

  1. sergewer, xanedan, esilzade, arîstokrat, zadegan, tovrind,
    kesa/ê ji malbatek zengîn yan navdar,
    endamaçîna bilind yan serdest ya civakê
    • Nemaze wî çîroka Federigoyê kurrê Filippo degli Alberighi vedigot ku xortek esilzade bû û li hemû herêma Toscanayê di çekbazî û mêraniyê de yek ji yên herî baş bû û ji ber hindê delalê ber dilê keç û zeriyan bû. Ew bû dildarî jinek ciwan ya malmezin û ya dema xwe yek ji spehîtirîn û dilbijîntirîn keç û jinên Firenzeyê dihat hesibandin. Navê jinê Monna Giovanna bû lê ax li bextê reş ku jin bimêr bû. Bo ku xwe bixe dilê wê, Federigo cejn û şahiyên siwarçakiyê û şûrbaziyê û yên ji gelek cûnên din li dar dixistin û bêqam malê xwe bo xatira wê pûç kir. Lê ka Monna Giovanna çend bedew bû, ew hind jî binamûs bû û bala xwe nedida cejn û şahiyên bo xatira wê dihatin lidarxistin. — (Giovanni Boccaccio (1313 – 1375): Bazê Nêçîrê, wergerrandin: Husein Muhammed, Kovara Mehname, hj. 50, 3/2004))

Etîmolojî biguhêre

Ji mal +‎ mezin.

biguhêre

Werger biguhêre