Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

esilzade mê û nêr

  1. Kesa/ê ji malbatek zengîn yan navdar; endamaçîna bilind yan serdest ya civakê.
    Hevmane: malmezin, sergewer, xanedan, arîstokrat, zadegan, tovrind
    • Wek belkî hûn dizanin, hebû - û belkî hê jî heye - li bajarê me zelamek bi navê Coppo di Borghese Domenichi, yê ku her kesî rêz jê re digirt û li bal her kesî qedirbilind bû, ne tenê ji ber malmeziniya xwe lê ji her tiştî zêdetir ji ber reftar û tevgera xwe ya bêlome. Li pîriya xwe wî herdem li gel cîran û biyanan jî li ser serhatiyên berê suhbet dikir, û bîrhatina wî, delalbêjiya wî û jîriya wî dibû sedema heyraniya giştî. Nemaze wî çîroka Federigoyê kurrê Filippo degli Alberighi vedigot ku xortek esilzade bû û li hemû herêma Toscanayê di çekbazî û mêraniyê de yek ji yên herî baş bû û ji ber hindê delalê ber dilê keç û zeriyan bû. Ew bû dildarî jinek ciwan ya malmezin û ya dema xwe yek ji spehîtirîn û dilbijîntirîn keç û jinên Firenzeyê dihat hesibandin. — (Giovanni Boccaccio (1313 – 1375): Bazê Nêçîrê, wergerrandin: Husein Muhammed, Kovara Mehname, hj. 50, 3/2004)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji esil + -zade.

Werger biguhêre