Bilêvkirin

biguhêre
Tewandina nêçîr  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nêçîr nêçîr
Îzafe nêçîra nêçîrên
Çemandî nêçîrê nêçîran
Nîşandera çemandî nêçîrê wan nêçîran
Bangkirin nêçîrê nêçîrino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nêçîrek nêçîrin
Îzafe nêçîreke nêçîrine
Çemandî nêçîrekê nêçîrinan
 
Nêçîr

nêçîr m

  1. Kuştina yan girtina heywanên kovî bi taybetî bo xwarina goştê wan yan bikaranîna pûrt û postê wan.
    Hevmane: rav, seyd, raw, kare, şikar
    Çûn nêçîrê.Nêçîr kirin.
  2. Heywanên kovî yên ku tên girtin yan kuştin.
    Xezalek bû nêçîra segvanan.
  3. (mecazî) Gerîna li tiştekê/î û zeftkirina yan peydakirina wî.
    Ferhengvan nêçîra bêje û biwêjan dikin.

Ji wêjeya klasîk

biguhêre
  • Gelo nayêne bîrê em
    Di vê nêçîr û ravê da
    Dizanim şehsiwarê min
     — (Melayê CizîrîDîwan~1640)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha soranî نێچیر (nêçîr), kurdiya başûrî nyeçîr, hewramî neçîr, farisî نخچیر (nexçîr), farisiya navîn nexçîr, ji zimanên îranî. նախճիր (naxçir) ya ermenî ji zimanekê îranî hatiye wergirtin.

Binêre herwiha

biguhêre
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya hunt a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.