Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

kuştin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -kuj-
RP.
Niha
ez dikujim
tu dikujî
ew dikuje
em, hûn, ew dikujin
Fermanî Yekjimar bikuje
Pirjimar bikujin
Rehê dema borî: -kuşt-
RP.
Boriya
sade
min kuşt
te kuşt
wê/wî kuşt
me, we, wan kuşt
Formên din:  Tewandin:kuştin
 
Çend kes kesekî dikujin.

kuştin lêkera xwerû, gerguhêz, k-ya nerm, t-ya nerm

  1. Jiyana mirovekê/î yan candarekêbi dawî anîn.
    Wî sê kes bi demanceyê kuştine.
  2. Bûn sedema mirinê.
    Cigareyan û bîreyê ew kuşt.
  3. (mecazî) birîn.
    Gotinên wî diyaloga navbera herdu aliyan kuşt.
  4. (mecazî) Bêbandor kirin.
    Gulavê hemî bêna nexweş kuşt.
  5. (mecazî) Pirr êşandin.
    Vê jana piyan ez kuştim.
  6. (mecazî) Pirr xemgîn kirin.
    Evîna te ez kuştime.
  7. (mecazî) Pirr westandin.
    Ev dereceyên bêdawî dirêj min dikujin.
  8. (mecazî) Xwe pê pirr westandin.
    Te xwe bi xwendinê kuşt.
  9. Temirandin, vemirandin.
    Ka lampeyê bikuje berî ku werî binivî..
  10. (bêyî ku ti tiştek giring bike) Dem borandin.
    Li vir ti nakim, tenê dema xwe dikujim.

Ji wêjeyê biguhêre

Ji wêjeya klasîk biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji proto-hindûewropî *keu- ("lê dan, derbe lê dan"), proto-îranî *kauş- ("lê dan, şer kirin"), avestayî: kauş- ("şer kirin "), partî: kuş- ("şer kirin "), pehlewî: kuş- ("şer kirin "), farisî: kuş- ("kuştin"), belûçî: kuş- ("kuştin"), kîrîbatî: kuš- ("kuştin"), kurmancî: kuştin /-kuj-/- ("kuştin"), soranî: kuştin /-kuj-/- ("kuştin") , zazakî: kişten /kiš-) ("kuştin"), hewramî: kuştay /-kuş-- ("kuştin") ... alfabeya arî, latînî: cudere ("lê dan"), tokerî: koş- ("kuştin; xirabkirin"), almanî: hauen ("birîn, jê kirin"), îngilîzî: hew ("birîn, jê kirin"),

Çavkanî: Cheung p.251, Watkins p.37, Etymonline

biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kuştin kuştin
Îzafe kuştina kuştinên
Çemandî kuştinê kuştinan
Nîşandera çemandî kuştinê wan kuştinan
Bangkirin kuştinê kuştinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kuştinek kuştinin
Îzafe kuştineke kuştinine
Çemandî kuştinekê kuştininan

kuştin

  1. qetilkirin, bidawîanîna jiyana mirovekî yan candarekî:
    kuştina mirovan,
    kuştina heywanên çolê,
    kuştina gulan bi avnedanê

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.