Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zirê zirê
Îzafe ziriya ziriyên
Çemandî zirê ziriyan
Nîşandera çemandî zirê wan ziriyan
Bangkirin ziriyê ziriyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ziriyek ziriyin
Îzafe ziriyeke ziriyine
Çemandî ziriyekê ziriyinan
 
zirê

zirê

  1. ava pirr fire û kûr (nemaze ya ku avasûr e)

Hevmane biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji pêş-hindû-îranî "*crayás", ji pêş-îranî "*creyés", axirî nayê zanîn û zimanên din ên hindû-ewropî tine; gengaz e ku ji substrata xwecih. Hevreha farisî دریا‎(derya) ku ketiye di kurdî û gelek zimanên derdorê jî. C'ên pêş-îranî bi zimanên kurdî dibin z, bi ên farisî dibin d; binêre zanîn-دانستن, medî:*ezim(>ku: ez}-farisiya kevnar:edem}}, çawa ku c'ên îranikiya kevnar (1000ên b.z - 300ên b.z) bi kurdî dibin j, farisî z (jîn-زیستن, jehr-زهر û hwd.). Guhartoya ku av li dawiyê xistine "zerya" ye.

Werger biguhêre