Bilêvkirin

biguhêre

Rengdêr

biguhêre
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
gengaz gengaztir herî gengaz (merkezî)
tewrî gengaz (rojavayî)
gengaztirîn (soranîzm)

gengaz

  1. Tişta/ê ku dibetiya wê/wî herî zêde ye.
    Hevmane: mihtemel
    Dijmane: negengaz
    Bo kesê zîrek her tişt gengaz e.Kesê zîrek dikare her tiştî bike.
    Gengaz e ku ew îro bêt.Dibe ku ew îro bêt. Belkî ew îro bêt.
  2. hêsan, ewa ku dikare bête kirin.
    • Çûyîn bi dev gengaz e, lê vegerr ne bi destê meriyan e. — (Roger LescotMemê Alan1942, r. 54)

Bikaranîn

biguhêre

  Bi maneya mihtemel (bi îngilîzî probable, likely) anku ê ku karîna wê a pêkhatinê herî zêde ye û ne a mimkin (bi îngilîzî possible) anku tenê dikare pêk bê. Bo mimkin binêre pêkan. Di nav gel de mane tevlihev dibe.

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Nayête zanîn. Hevzayî zazakî gengez (hêsan, gengaz), soranî گانگاز (gangaz, hêsan)[1].

  1. ^ Henbane Borîne