Bilêvkirin

biguhêre
  •  IPA(kilîd): /pʕeːˈkʕɑːn/
  • Jihevqetandin: pê‧kan

Rengdêr

biguhêre
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
pêkan pêkantir herî pêkan
pêkantirîn

pêkan

  1. Tişta/ê ku dikare biqewime yan bêt kirin; tişta/ê ku belkî bibe yan bêt kirin.
    Hevmane: mimkin
    Bo kesê zîrek her tişt pêkan e.Kesê zîrek dikare her tiştî bike.
    Pêkan e ku ew îro bêt.Dibe ku ew îro bêt. Belkî ew îro bêt.
    Dîtina çareyekê pêkan e.Çareyek dikare bêt dîtin.

Bikaranîn

biguhêre

  Bi maneya mimkin (bi îngilîzî possible) anku tenê dikare pêk bê û ne a mihtemel (probable, likely) anku ê ku karîna wê a pêkhatinê herî zêde ye. Bo mihtemel binêre gengaz. Di nav gel de mane tevlihev dibe.

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji (bi wê/wî) + -kan- (kanîn / karîn) anku: pêkan = "bi wê dikane/dikare" yan "dikane/dikare wê". Bide ber zazakî şayan û soranî شیاو(şyaw).

Bi zimanên din ên Kurdî

biguhêre