Bilêvkirin

biguhêre
zanîn (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -zan-
RP.
Niha
ez dizanim
tu dizanî
ew dizane
em, hûn, ew dizanin
Fermanî Yekjimar bizane
Pirjimar bizanin
Rehê dema borî: -zanî-
RP.
Boriya
sade
min zanî
te zanî
wê/wî zanî
me, we, wan zanî
Formên din:  Tewandin:zanîn

zanîn lêkera xwerû, gerguhêz

  1. hay jê hebûn, agah jê hebûn, agahdar bûn, haydar bûn (ji tiştekê);
    Ez dizanim ew li kû ye.Min agadarî heye ka ew li kû ye. Min hay jê heye ew li kû derê ye.
  2. karîn tiştekî bike
    Ez dirûnê nizanim.
  3. karîn bi zimanekî biaxive û fam bike
    Ew baş bi kurdî dizane.
  4. piştrast bûn
    Ez dizanim ew dîsan jî nayê.
  5. zanist, zanyarî, ilm
    Em tenê dikarin bi zanînê civaka xwe pêş ve bibin.

kurtebêj

biguhêre
  1. tu same lo .Ma ez çi dizanime bavo. Min hay jê nîne,ez pê nizanim.

Ji wêjeya klasîk

biguhêre

Bi alfabeyên din

biguhêre

Bide ber

biguhêre

Lêkerên karîn/kanîn û zanîn bi hin awayan ji lêkerên din yên kurmancî cuda tên tewandin. Bo mînak: di dema niha de di hin devokan de pêşqertafa di- nakeve pêşiya wan. Anku lêkeran bi awayê "ez dikim, tu dibêjî, ew dixwe" tên tewandin lê karîn/kanîn û zanîn di hin devokan de wek "ez karim, tu zanî, ew kane" tên tewandin (li cihê "ez dikarim, tu dizanî, ew dikane").

Herwiha neyînîkirina wan ne bi na- ye lê bi ni- ye. Anku di kurmancî de lêker bi awayê "ez nakim, tu naçî, ew nabêje" û hwd. tên neyînîkirin lê ji bilî van lêkeran karîn/kanîn û zanîn - ku bi awayê "ez nizanim, tu nikarî, ew nikane" tên neyînîkirin.

Herwiha di rewşên din de jî hin cudahî hene. Ji hemû lêkerên din re di raweya şertî de (kondîsyonal yan subjunktîv) bi giştî lêker bi formûlaya "bi- + reha dema niha + qertafa kesane" ne: "ez bi-ç-im, tu bi-k-î, ew bi-bêj-e". Ev qaydeya giştî di hin devokan de li gel lêkerên karîn/kanîn û zanîn dîsa jî li kar e: "ez bi-zan-im, tu bi-kar-î, ew bi-kan-e". Lê di hin devokan de jî ew bi formûlaya "rehê dema niha + -i- + -b- + qertafa kesane" tên çêkirin: "ez kar-i-b-im, tu zan-i-b-î, ew kan-i-b-e". Di hin devokan de jî îcar ev herdu qayde di heman demê de tên bikaranîn: "ez bi-zan-i-b-im, tu bi-kar-i-b-î, ew bi-kan-i-b-e".

Herwiha ev zanibû bi teşeya raboriya dûr zanîbû hemanî nayê lêvandin.

Etîmolojî

biguhêre

Ji proto-hindûewropî *ǵenh₃- / *ǵenə- / *ǵnō-, têkildarî zan- ya avestayî, pehlewî dan-, farisî dan-, zazakî zanayene, sanskrîtî jānāmi, rusî знать (znat'), almanî kann, swêdî kan (dikare) û känna (nasîn), îngilîzî can (bixwîne: ken, "karîn") û know (bixwîne: now "zanîn" ji îngilîziya kevn cunnan, bixwîne: kunnan "zanîn").

Ji proto-hindûewropî: *gne- ("zanîn"), proto-îranî: *zan- ("zanîn"), avestayî: zān- ("zanîn"), partî: z'n- ("zanîn"), pehlewî: d'n- ("zanîn"), sogdî: z'n- ("zanîn"), farisî: dān- ("zanîn"), osetî: zynd- ("zanîn"), belûçî: zan- ("zanîn"), semnanî: zūn- ("zanîn"), sengîserî: zun- ("zanîn") ... alfabeya arî, kurmancî: zanîn- ("zanîn"), soranî: zanîn- ("zanîn"), hewramî: zanay ("zanîn"), zazakî: zanayene, sanskrîtî: jna- ("zanîn"), latînî: gno- ("zanîn"), yûnanî: gno- ("zanîn"), îngilîzî: know ("zanîn") ..., almanî: kann (dikare), swêdî: kan (dikare), känna (nasîn)

Çavkanî: Cheung p.467, Watkins p.33, Etymonline
Binere herwiha: nasîn

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zanîn zanîn
Îzafe zanîna zanînên
Çemandî zanînê zanînan
Nîşandera çemandî zanînê wan zanînan
Bangkirin zanînê zanînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zanînek zanînin
Îzafe zanîneke zanînine
Çemandî zanînekê zanîninan

zanîn

  1. haydarî, agahî, hay, esehî, piştrastî
    Zanîna zimanê kurdî.
    Zanîna rastiyê.
  2. zanyarî, zanist, ilm
    Divê em welatê xwe bi zanînê ava bikin.

Bide ber

biguhêre