xatûn

KurdîBiguhêre
Biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî | ||||
---|---|---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | xatûn | xatûn | ||
Îzafe | xatûna | xatûnên | ||
Çemandî | xatûnê | xatûnan | ||
Nîşandera çemandî | wê xatûnê | wan xatûnan | ||
Bangkirin | xatûnê | xatûnino | ||
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | xatûnek | xatûnin | ||
Îzafe | xatûneke | xatûnine | ||
Çemandî | xatûnekê | xatûninan |
xatûn mê
- Jina ku ta mirinê seroka dewleta xwe ye (bi taybetî ya ku serokatiya xwe ji bavê xwe yan dayika xwe wergirtiye).
- Jina paşayekî.
- Jina di nav komekê de ji hemûyan bedewtir yan bihagirantir.
- Madonna wek xatûna hunermendan tê hesibandin.
- Peyveke rêzgirtinê ye bo jinan û keçan.
Ji wêjeya klasîkBiguhêre
- Dê bitin pirsê li min lew pir bi rehm û şefqe ye
Ger bipirsit carekê xatûn li halê suxteyî
Qufl û zincîr dê vebin bê ism û dest û mifte ye— (Dîwana Melayê Cizirî ~1640, Melayê Cizîrî)
Bi alfabeyên dinBiguhêre
HerwihaBiguhêre
JêBiguhêre
Bide berBiguhêre
EtîmolojîBiguhêre
Hevreha soranî خاتوو (xatû) (xatû), farisî خاتون (xatûn), sogdî xwatên-, sakayî xettûne, hemû ji zimanên îranî, ji xwe + twa- + -n anku "xwe+hêz"/ "xwe+xwedî". Ev "twa-n" di soranî de wek tiwanîn (karîn, kanîn, şiyan) û wek tiwana (xurt, bihêz, ya ku dikare) maye û hevreha tav (roj, enerjiya rojê) di kurmancî de jî heye û rehên wê digihe *tep- (germ kirin) ya proto-hindûewropî. Bo zêdetir agahiyan binere: tav. Maneya bingehîn ya "xatûn"ê şabanî, qralîçe bû lê paşî berfireh bûye. "Xatûn" herwiha serekaniya hatun (xatûn) û kadın (jin) yên tirkî ye jî.
Bi zaravayên dinBiguhêre
- Soranî: xatû
WergerBiguhêre
jina ku paşa ye yan jî jina paşayekî
- Danmarkî: dronning → da
- Albanî: mbretëreshë → sq
- Almanî: Königin → de m
- Esperantoyî: reĝino → eo (reĝ+in+o)
- Fînî: kuningatar → fi
- Fransî: reine → fr
- Frîsî: keninginne → fy
- Holendî: koningin → nl, vorstin → nl
- Mecarî: királynő → hu
- Inglîzî: queen → en
- Îtalî: regina → it
- Îzlendî: drotning → is
- Japonî: 女王 → ja (じょおう, joō)
- Katalanî: reina → ca
- Latînî: regina → la
- Norwecî: dronning → no
- Papyamentoyî: reina → pap
- Portugalî: rainha → pt
- Rusî: королева → ru (koroleva) (korolêva)
- Slovenî: : kraljica → sl
- Spanî: dama → es, reina → es
- Swêdî: drottning → sv, furstinna → sv
- Tagalogî: réyna → tl
- Tirkî: రాణి → te (rāṇi) (ranî), kraliçe → tr
her jina jêhatî
- Bulgarî: господарка → bg (gospodarka) (gospódarka)
- Almanî: Frau → de m, Meisterin → de m
- Erebî: سيدة → ar (seyide), ?ملكة → ar, ?ربة → ar
- Farisî: بانو → fa (banû), شهبانو → fa (şehbanû), خاتون → fa (xatûn), زن اصیل → fa
- Fînî: rouva → fi
- Fransî: maîtresse → fr m
- Holendî: mevrouw → nl m
- Mecarî: úrnő → hu
- Inglîzî: madam → en
- Inglîziya kevn: hlæfdige
- Îtalî: signora → it m, padrona → it m
- Katalanî: mestressa → ca
- Latînî: domina → la m
- Makedonî: господарка → mk (gospodarka) (gospódarka), газдарица → mk (gazdarica) (gazdárica), стопанка → mk (stopanka) (stópanka)
- Norwecî: frue → no
- Portugalî: senhora → pt
- Romanî: raji → rom m
- Rusî: госпожа → ru (gospoža) (gospoja), хозяйка → ru (xozjajka) (xoz'áyka)
- Sirboxirwatî: газдарица → sh (gazdarica), господарица → sh (gospodarica)
- Skotî: bana-mhaighstir → sco m
- Tirkî: hatun → tr
- Yûnanî: κυρία → el m (kyría)