Bilêvkirin

biguhêre
Lêkera gerguhêz
Rehê dema niha -şê-
Rehê dema borî -şiya-
  TEWANDINA LÊKERÊ

şiyan gerguhêz (lêkera xwerû)

  1. (Badînî) karîn; hêz / taqet yan hinêr yan derfet / delîv yan zanîn hebûn bo kirina tiştekî

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha soranî شیان (şiyan, mimkin bûn), farisî شایستن (şayesten, hêja bûn, hejî bûn, mimkin bûn), pehlewî û avestayî xşa-, sanskrîtî kşeyeti-, ji proto-hindûewropî *kşê- (zal bûn, serwer bûn) ku herwiha serekaniya van peyvan e jî: şah, şêr, şar, şehr. Şiyan di soranî de maneya pêkanbûnê dide û carinan jî (bi tesîra hevreha farisî شایستن (hêjabûn, layiqbûn) >şayeste) ya "hêjabûn, layiqbûn", lê di zimanên kurdî de maneya resen a karîn parastiye, binêre zazakî şayene. Bi soranî bi maneya "karîn, şiyandar û qadirbûn" dibêjin tiwanîn. Bo mînakeke ji guherîna lêkera ku ji reha bi wateya qudret tê maneya wê bûye pêkanbûn binêre ingilîziya îro may/might, hevreha might (şiyan, qudret).

Tewandina şiyan  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şiyan şiyan
Îzafe şiyana şiyanên
Çemandî şiyanê şiyanan
Nîşandera çemandî şiyanê wan şiyanan
Bangkirin şiyanê şiyanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şiyanek şiyanin
Îzafe şiyaneke şiyanine
Çemandî şiyanekê şiyaninan

şiyan m

  1. karîn, kanîn, qabiliyet, jêhatin, pêçêbûn, hêz, taqet, qewet, qudret
    • [...] her yek li gor taqet, şiyan û efrandinên xwe yên hunerî bête sengandin. — (Xelîl DuhokîAntolojiya Çîroka Nû ya Kurmancên Başûr, Weşanên Nûdem, Stockholm, 1994)
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhartoya gotara ability a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.