Bilêvkirin

biguhêre
biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qotik qotik
Îzafe qotika qotikên
Çemandî qotikê qotikan
Nîşandera çemandî qotikê wan qotikan
Bangkirin qotikê qotikino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qotikek qotikin
Îzafe qotikeke qotikine
Çemandî qotikekê qotikinan

qotik

  1. (bijîşkî) Nexweşiyek e ku dibe sedema mirina gelek kesan.[1]
    Hevmane: şob, weba, pejî
    • Sala 2020 ji tevayiya dinyayê ra bû sala qotikê, epîdemiya Coronayê însan di malên wan da kirin girtî. — (Zinarê XamoÇînî rehet nasekinin [arşîv], zinarexamo.blogspot.com2021)
    • Di malbata me de, hetta di nav eşîra me de -yên ko bi destê hukmatê hatine kuştin û yên ko bi qotikê mirine ne tê de- kes bi ciwanî nemirîye. — (Mahmûd LewendîCompûtera ber dilê min, Weşanxaneya Nefel2002, r. 13)
    • Belkî tu bivî para xurî-sorika!
      Belkî tu rûvîya qertemezê kevî!
      qotikê lê girtî!
      Firnê tera bê!
       — (Ordîxanê CelîlZargotina Kurda 2, Moskva, 1978, r. 451)
    • Kêf, kêfa serleşker bû
      Qotik ketibû nav me
      Bersivvanek jî pêyda nedibû
      Gundîyên din jî ser zik li erdê mabûn
      Çi danenîyan serê zarokan
       — (Evîn ÇîçekAwaza Serpêhatîyan 3, Weşanên Pêrî, 2004, r. 43, ISBN 975-8245-95-7)
  2. (bijîşkî) Nexweşiyeke zarokan e ku dibe sedema kuxikê.[2][3][4]
    Hevmane: xeneqûtik, xenoq, bexikî
  3. (zoolojî, bijîşkî) Nexweşiyeke heywanan e ku dibe sedema mirina wan (bi taybetî pez).[5][6][7]
    • Di nav kolanên tengik de, li ber deriyên xaniyên wêranbûyî, li ser reya revê, jin, mêr, zarok wek pezê ku qotik lêxe, an mirîşkên bi êşê bikevin hatibûn ramidandin, zikê wan tilêrî bûbûn. — (Fawaz HusênSiwarên ÊşêWeşanên Welat1994, r. 57, ISBN 91-97 21 97-0-3)
    • (...)hate bîra wî ku şevê dî ew li oda Apê Cenbelî ji ser hişê xwe çûbû, li wê odê wek berxekî ku qotikê lê dabe ji linga ketibû kef û kincê di dev û bêvila wî re avêtibû. — (Pênûsa nûCenbelî, Luqman Silêman, hj. 592017, r. ku)
    • Xêr û guneh li hustuyê şêniyên gundê me, rast û derew para wan be... lê li gor ko tê gotinê, dibêjin gelek devên xwar li vir rast bûne, qotik li vir ji nava colên pezan reviyane, gelek dayikên histewir, xwe havêtine bextê vî Mekanê Mala Dînan. — (Hesenê MetêLabîrenta Cinan, Weşanên Welat1994, r. 47)
  4. (mecazî) Kul, derd, qehr, bela.[2][3]
    • Bibînim xewnekî baş, ji bo bextê Hemê û Zeynê ye
      Derkevin ji nav qal û qotikê, qeda û belaya vê dinê ye
      Çavên xwe ji xewê rakim bê qisawatê ye
       — (Dîyar Budak, Evîna Hemê Şivan û Zeynê 5 [arşîv], rupelanu.com2019)
    • xwedê bi sere me da xera bike
      Lê li şerê, li qewgê
      li qotikê, li qotînê
      Li vê zilmê, li vê zilametê
       — (Amadekar: Wendelmoet HamelinkThe Sung Home [arşîv], Leiden University, 2014, r. 205)
    • Ez çêtir dibînim ku bi awayê xwe bijîm: Bêyî ku karên weke karên keran bikim, bêyî ku di qehir û qotika jiyaneke gemarî de biqepijim, bêyî ku bihêlim yekî genî û çilmisî li ser min bibe xwedîgotin. — (Hesenê Metê, Epîlog, Weşanxaneya Avesta)
    • Çavê xwe teqlo beqlo dike
      Bi qehr û qotik devê xwe vedike
      Got; tu çawa ava min dikî şêlî
      Di tapiya min de ye çem û gelî
       — (NûbiharBerx û gur, Seyda Ronahî, hj. 57, r. 119)
  5. Cigareya ku hatiye kişandin.[2][6]
    Hevmane: boçik, qopik, qutik
    • Serê qotika cixarê di nava xwelîdankê de dipelaxt. — (Rifat Arya/ Mesîla Dil, Berf û Xwîn [arşîv], diyarname.com2008)
    • Qotikê cixarê wan tilol dibûn dihatin ber lingê me disenîn. Me jî, ji wan qotika, yên ku heta poçikê nehatibûne kişandin, dizîka ve hildida, dibir derva dikişand. — (Qotikên Cixarê [arşîv], seregolaintabe.com)
    • Qotika cixara xwe avêt erdê, her du destên xwe bir ber guhên xwe û dest bi kilamekê kir. — (TîrojBîr û nivîs [arşîv], Alaattîn Ayhan, hj. 622013, r. 20)
  6. tepik, mitik, girik, tilik, kumbirk, gimt, gint, keloşk

Etîmolojî

biguhêre

Ji qot + -ik.

biguhêre
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qotik qotik
Îzafe qotikê qotikên
Çemandî qotikî qotikan
Nîşandera çemandî qotikî wan qotikan
Bangkirin qotiko qotikino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qotikek qotikin
Îzafe qotikekî qotikine
Çemandî qotikekî qotikinan
 
Jina kurd di serî de bi kofî û qotikê xwe yê zêrîn.

qotik nêr

  1. (Serhedî, cilûberg) Xemleke bizêr e ku jinên kurd li kofiya xwe datînin û heta cênîkêdaliqandin.[8][3]
    Hevmane: bercênîk
    • Cînara (cîran) Wetê. 48 salî, bejnkin, xurt, çûr, çavsût. Dêrê çît, êlekê mexmer û şalika kesek li xwedike. Kofiya bi qotik, carna hêratê dide serê xwe. — (Taharê BiroMemê û Eyşê (Şano), Enstituya Kurdî ya Brukselê, 1991, r. 6)
    • Hebû tunebû. Dibêjin ji Xwedê mezintir kesek tun bû. Mezinê dijminan qotikê serê me bû. Mezinên me jî tev di girtîgeh û zîndanan de dîlbeste bûn. — (Zeynelabidîn ZinarBalafira Jînê, Weşanên Pencînar1993, r. 56, ISBN 91 972090 3 1)
    • Go bêje çiqa çi nîşanê lawê te hene
      Mi go serî da fînoyê sor î tolizî ye, qotikeke[Not 1] reşemecîdî ye,
      Hespeke boze xalxalî ye
       — (Xatoyê Sinco, Heydaro [arşîv])

Binêre herwiha

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre
   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.
biguhêre

qotik nêr

  1. Guhartoyeke qutik (cilekî folklorî).
    • Di hedîsên Pêxemberê me Muhammed (s.x.l) jî behsa Kurdan hatîye kirin. Mesela di hinek hedîsande tê gotin ku Hz. Pêxember qemîs/qotikê xwe daye sehabîyekî şuna wî qotikekî “Kurdî/enbîcanî” li vî sehabî girtîye. Van rîwayetên hanê halê Kurdan ê wê demê ê aborî jî nîşan dide. Lewra hîn wê demê, berî niha bi 1400-1500 salî, hinek qumaş bi navê “Qumaşê Kurd” hatine binavkirin. — (Şarkiyat ICSS’17Dı Çavkanîyên ‘Erebî De Kurd (Mînak Wek Tefsîrên Qur’ân’a Kerîm) [arşîv], Mustafa Öncü, 2017, r. 198)

Jêrenot û çavkanî

biguhêre

Jêrenot

biguhêre
  1. Di stranê de wek "qotikê" tê bilêvkirin lê belê di danasîna vîdeoyê de wek "qotikeke" hatiye nivîsin.

Çavkanî

biguhêre
  1. Michael L. ChyetFerhenga Birûskî: Ferhenga Kurmancî-Înglîzî, Kurmanji-English Dictionary, Transnational Press London, 2020, cild M-Z
  2. a b c Ferhenga Destî, Kurdî - Kurdî, Umîd Demîrhan, Sewad, 2007., r. 325.
  3. a b c Zana Farqînî, Ferhenga Kurdî - Tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl, 2005, r. 1530.
  4. Mikail BülbülDr. İsrafil BülbülKürtçe Anamnez Anamneza bi Kurmancî, DİYARBAKIR TABİP ODASI YAYINLARI, 2009, r. 52
  5. Amadekar: Mehmet Emin BOZARSLAN Ferhenga Kurdi, Weşanên Deng, 2011, cild L-R, r. 779, ISBN 978-975-7011-75-0
  6. a b Amadekar: Mustafa Gazî Ferheng Kurdî-Tirkî [arşîv], Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2006, r. 109, ISBN 975-98532-4-8
  7. KurmancîNavên hin nexweşiyên heywanan [arşîv], Lezgînê ÇALÎ û Rûken BAGDU-KESKÎN, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Parîsêhj. 482011
  8. KurmancîCil û berg [arşîv], Muzaffer BEGZADE, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Parîsêhj. 111992
  9. Auguste Alexandre JabaDictionnaire Kurde-Français [arşîv], Académie Impériale, St. Pétersbourg, 1879, r. 317
  10. Qanetê KurdoFerhenga kurdî-rûsî, NEŞIRXANA DEWLETÊ YA FERHENGÊD ZIMANÊ MILETÊD DEREVE О YÊ SOVÊTÎSTANÊ, Moskva, 1960, r. 484