Bilêvkirin

biguhêre
Tewandina pez  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pez pez
Îzafe pezê pezên
Çemandî pezî pezan
Nîşandera çemandî pezî wan pezan
Bangkirin pezo pezino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pezek pezin
Îzafe pezekî pezine
Çemandî pezekî pezinan
 
Keriyek pezî

pez n, p-ya nerm

  1. Mih û berx û beran.
    • Anîn hemî mîr tejî rez kir
      Axul ko şivan tejî pez kir
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)
    • lakin boy xwe mexsûsen(bi taybetî, ji nefsa xwere) pezan serjênakin. Meger mêvanekî maqûl bêtin û yaxo pezekî nexweş hebitin, ewî serjêdikin. Lakin bi xwe dimirin, pezekî ji boy xwe serjênakin. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar2010ISBN 9789944360678)
  2. kerê pezî
  3. (mecazî, argo) Sernerm, newêrek

Bi alfabeyên din

biguhêre

Bide ber

biguhêre

Binêre herwiha

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha soranî په‌ز (pez), kurdiya başûrî pes yan pez, şahzênî/şêxbizinî pes, lekî pes, zazakî pes, avestayî pesu-, fşu-, osetî фыс (fis), sanskrîtî पशु (paśu), lîtwanî pēkus (pez û dewar), latînî pecūs (pez) û pecunia (maliyet), proto-germenî * fehu (pez û dewar, maliyet), îngilîziya kevn feoh (pez û dewar, maliyet, pare), almanî Vieh (pez û dewar), swêdî (dewar, heywan), danmarkî (pez û dewar, maliyet), îngilîzî fee (biha, nirx)... hemû ji proto-hindûewropî *peḱu- (pez û dewar).

Çavkanî: Watkins p.63, Etymonline
Ji eynî rehî: şivan

Têkildar

biguhêre

Çûr (pez):

  • Kehr - Şeş mehî - mê+nêr
  • Tiştîr - Sal û nîvî - mê
  • Gîsk - Sal û nîvî - nêr
  • Bizatiştîr - Sê salî - mê
  • Hevûrî - Sê salî -nêr
  • Bizin (Bizatiştîra duberî) - Çar salî - mê
  • Sayîs - Çar salî - nêr
  • Bizin (Bizatiştîra sêberî) - Pênc salî - mê
  • Nêriyê Hewrî - Pênc salî - nêr
  • Bizin (Bizatiştîra çarberî) - Ji bênc salî mestir - mê
  • Nêriyê Qerde - Ji pênc salî mestir - nêr

............

  • Mêşin (mih):
  • Berx - Yek salî
  • Kavir - Du salî
  • Bilindir - Sê salî
  • Beran - Çar salî
  • Hoguç - Ji çar salî mestir (Beranê xurt)
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhartoya gotara sheep a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Bilêvkirin

biguhêre

pez n

  1. (heywan) masî