KurdîBiguherîne

BilêvkirinBiguherîne

NavdêrBiguherîne

Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî şivan şivan şivan
Îzafe şivana şivanê şivanên
Çemandî şivanê şivanî şivanan
Nîşandera çemandî şivanê şivanî wan şivanan
Bangkirin şivanê şivano şivanino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî şivanek şivanek şivanin
Îzafe şivaneke şivanekî şivanine
Çemandî şivanekê şivanekî şivaninan
 
şivanek û pezê xwe

şivan mê û nêr

  1. Kesa/ê ku sereguhiya pezî yan terşî dike,
    kesa/ê ku pezî yan terşî dibe çerînê û çavdêriya wan dike.
    • آنین همی میر تژی رز کر
      آغل کو شڤان تژی پز کر

      Anîn hemî mîr tejî rez kir
      Ax̣ul ku şivan tejî pez kir
      (Mem û Zîn ~1692, Ehmedê Xanî)
    • Çavên bûkan bi hêstir in
      Qund digirîn distirên
      Ne pez mane ne şivan
      Ne bilûr û ne bilûrvan.
       — (HawarBirîn, Dr. Kamiran Alî Bedîrxan, Weşanên Nûdem, hj. 7, r. 145)
  2. (mecazî) rêber, birêveber, pêşeng, pêşewa, serok.

Bi alfabeyên dinBiguherîne

HerwihaBiguherîne

Gotineke pêşiyanBiguherîne

Bide berBiguherîne

EtîmolojîBiguherîne

Hevreha soranî شوان(şiwan), kurdiya başûrî şiwan, şuwan, şahzênî/şêxbizinî şuwan, şowan, zazakî û hewramî şiwane, belûçî şipank, farisî چوبان(çûban) ku bi forma xwe ya kevntir شبان(şoban) bû, pehlewî şupan, şpan, avestayî fşupane- ji fşu- (pez) + pane- (-van, -parêz) ji proto-hindûewropî *peku- (pez) + *pe- (payîn, parastin, -van) anku "şivan: pezvan, pezparêz", bide ber gavan ("gaparêz"). Berevajî ku bi gelemperî tê bawerkirin, ne têkilî peyva şiv e. Herwiha ne têkilî shepherd ya inglîzî ya şibî peyva "şivan" e. Çoban ya azerî, teterî û tirkî, չոբան (çʿoban) ya ermenî, çopan ya tirkmenistanî, چوپان(çûpan) ya urdûyî, चूपान (çûpan) ya hindî, choʻpon ya ozbekî, cioban ya romanî, чобанин (čobanin) ya bulgarî, чо̀бан/ čòban ya zimanên balkanî, чабан (çaban) ya rûsî... ji zimanên îranî, bi taybetî ji farisî bi rêya osmanî hatine wergirtin. Ji formên wan diyar e ku ew ji farisî, ne ji zimanekê din yê îranî belav bûne. Ev diyardeyeka giştî ye: ji ber tesîra dîrokî ya zimanê farisî, peyvên îranî yên li dinyayê belav bûyî hema-hema bêistisna ji farisî ne, ne ji zimanên din yên îranî wek kurdî, belûçî, peştûyî, osetî...

Biguherîne

Bi zaravayên dinBiguherîne

WergerBiguherîne

TirkîBiguherîne

NavdêrBiguherîne

şivan

  1. şîn, şîwen