Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî boçik boçik
Îzafe boçika boçikên
Çemandî boçikê boçikan
Nîşandera çemandî boçikê wan boçikan
Bangkirin boçikê boçikino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî boçikek boçikin
Îzafe boçikeke boçikine
Çemandî boçikekê boçikinan
 
Du heywanên bi boçikên dirêj. (1)
 
Hestiyê qilênce an boçikê di diyagrama movikê de li herî dawiyê ye. (2)

boçik

  1. (zoolojî) Dava heywanan a bi derqûnê ve.
    Hevmane: dûvik, kilik, kurîk, doç, dûv, daw
    Ker boçika xwe dihejîne û mêşan pê vedirevîne.
    • Enstîtûya Dîrokê û Antropolojiyê ya Neteweyî ya Meksîkayê daxuyeniyek da û got ku li herêma General Cepedayê di xebatên kolandinê de boçikeke dînozorekî ku ji 50 movikan û 5 mêtroyan pêk tê hat dîtin. — (Fosîleke 72 milyon salî ya dînozoran hat dîtin [arşîv], aa.com.tr/kk2013)
    • Wextê mêrik kevçîkî diduya lê dixe, boçika masiyan tê xuyanê. — (Kurd'ÎnalcoBOÇIKA CINNÊ : BOÇIKA MASIYÊ [arşîv], Şevîn Elegez, hj. 12019, r. 39)
    • Bi boçika kerê de tenekeyek bi benekî hatibû girêdan. — (ÇiraHELEB: "UMMUDDUNYA", Şahînê Bekirê Soreklî, hj. 51996, r. 71)
    • Heywanikê carina boçika xwe hêl dikir û li qûna xwe dixist da ku mêş û mozan ji xwe biqewitîne. — (Kêra Qoçîn)
  2. (anatomî) Hestiyê li dawiya movikê.[1][2]
    Hevmane: qilênce, kilêjî
    Jornav: hestî
    • Tiştê baş serê min li erdê neket û neşikiya, lê ji ber ku ez pir xerab ketim, ez boçikî bûm. Do ez bi kûtanî çûm Newrozê. Li ser kursiya hişk, bi saetan rûniştan jî pir zor bû. Lê kêfxweşiya temaşekirina govenda kurdan ya bi sedan kesî, pir hindik êşa boçikê bi min dida jibîrkirin. — (Zinarê Xamo, Min zivistana îsal bi selametî xelas nekir [arşîv], zinarexamo.blogspot.com2013)
    • Marîpişta mirovan ji 24 parçe hestîyan pêk hatiye. 7 ji wana li berê marîpişta histti, 12 li marîpişta sîng, 5 li marîpişta navpiştê, 5 li marîpişta runiştekê û 3-5 marîpişta boçikê hatine avakirin. — (Hüseyin BektaşAnatomîya Bedena Mirovan, Weşanên Deng, 2004, r. 18, ISBN 975-7011-32-0)
  3. (riweknasî) Beşeke riwekan a tenik ku kulîlk an fêkiyê bi şaxê ve girêdide.
  4. Cigareya ku hatiye kişandin.
    Hevmane: qopik, qotik, doçik, seroke, binik, quncik
    • Tê gotin ku li temamê Portekîzê di her deqîqeyek de 7 hezar boçikên cixareyê diavêjin erdê. — (Ji bo boçika cixareyê 250 Euro ceza didin [arşîv], diyarname.com2019)
    • Cotkarê bi navê Heme Mûstleg jî dibêje, "Bi xwedê em ji agir ditirsin, rêyeke sereke belkî kesek bi enqest yan ne enqset boçika çixara xwe bavêje û agir pêkeve, gelek kes deyindar in û çavê wan li vî mûsimî ye.(...)" — (Asayişê ji bo parastina genimê cotkaran xalên çavdêriyê danîn [arşîv], rupelanu.com2020)
    • Di rewşên weha de di navbera hebûn û nebûnê de meriv xwe bêqîmet dihesibîne mîna boçika cixareyê. — (cizb [arşîv], devliken.blogspot.com2021)

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji ermenî պոչիկ (počʿik, dav), ji պոչ (počʿ) +‎ -իկ (-ik); wekheva boç +‎ -ik.

Werger biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. Amadekar: Mustafa Gazî Ferheng Kurdî-Tirkî [arşîv], Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2006, r. 19, ISBN 975-98532-4-8
  2. Amadekar: Musa Anter Ferhenga Khurdî - Tirkî [arşîv], Yeni Matbaa, Istanbul, 1967, r. 26

Zazakî biguhêre

Navdêr biguhêre

boçik

  1. boçik (serê movika piştê ku tête ser devêqunê)[1]

Etîmolojî biguhêre

Ji ermenî պոչիկ (počʿik).

Çavkanî biguhêre