KurdîBiguhêre

BilêvkirinBiguhêre

NavdêrBiguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zêr zêr
Îzafe zêrê zêrên
Çemandî zêrî zêran
Nîşandera çemandî zêrî wan zêran
Bangkirin zêro zêrino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zêrek zêrin
Îzafe zêrekî zêrine
Çemandî zêrekî zêrinan
 
Zêr (1) di nav sîstema vedorî ya elementan de.
 
Kîloyeke zêr. (1)
 
Peristgeha Zêrrîn ya Sîkan, di Hindê de

zêr nêr, r-ya req

  1. (kîmya) altûn, tela,
    madenek zerbihagiran e
    (bi taybetî bo çêkirina gustîl, guhar, gerdenîk û bazinan tê bikaranîn)
  2. hûrdeyê zêrrîn
    pênc zêr
  3. hêja, jêhatî
    Wele tu zêr î!

Baweriyên gelêrîBiguhêre

  • Jêhat Zekî Taher: Dema em zarok bûn û diranê me yî şîrî diket, me ew diranê ketî hildigirt, li rojê dinêrî û me ji rojê re digot: Rojê, wişte diranek ketînî (şîrînî), ka diranek zêrrînî. Û me ew diranê ketî bi hêla rojê de diavêt û berba dikir. — (Koma "Zimanê Kurdî" li ser Rûnameyê, 1/2013)

Ji wêjeya klasîkBiguhêre

  • Selweya bih û sêvan 14*
    Belçîm ji zîv û zêra
    Heram in xew di şêvan
    (Feqiyê Teyran ~1620)

Bi alfabeyên dinBiguhêre

SembolBiguhêre

EtîmolojîBiguhêre

Hevreha soranî زێڕ(zêrr), kirmaşanî zerr, zazakî zern / zer, belûçî û farisî زر(zer), tacîkî зар (zer), pehlewî zer, osetî зæрин (zerîn), avestayî zerenye-, hexamenişî derenye-, sanskrîtî hîrenye-, latviyayî zelts, rûsî золото (zoloto), polonî złoto, bosnî, çekî, slovakî, slovenî û xirwatî zlato, makedonî û sirbî злато (zlato), inglîzî gold, almanî Gold, danmarkî û swêdî guld, norwecî gull, holendî goud... hemû ji proto-hindûewropî *ǵʰel- (zer; biriqîn - ǵ-ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe "z" û "l" dibe "r"). Herwiha hevreha zer ya kurmancî.

Çavkanî: Horn p.145, Watkins p.29, Etymonline

Biguhêre

Bide berBiguhêre

Binêre herwihaBiguhêre

WergerBiguhêre