Xwedê

KurdîBiguhêre
BilêvkirinBiguhêre
Biguhêre
Zayenda nêr a binavkirî | ||||
---|---|---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | Xwedê | Xwedê | ||
Îzafe | Xwedêyê | Xwedêyên | ||
Çemandî | Xwedêyî | Xwedêyan | ||
Nîşandera çemandî | wî Xwedêyî | wan Xwedêyan | ||
Bangkirin | Xwedêyo | Xwedêyino | ||
Zayenda nêr a nebinavkirî | ||||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | Xwedêyek | Xwedêyin | ||
Îzafe | Xwedêyekî | Xwedêyine | ||
Çemandî | Xwedêyekî | Xwedêyinan |
Xwedê nêr
- Xaliq, afirînerê dinyayê û hemî tiştê heyî (li gor dînan anku baweriyan).
- Xwedê ji te razî be.
- Şukur şev çû û roj hatê
Xweda xesal û qettar e
Xesalî nerm kirin şuştin — (Feqiyê Teyran ~1620) - Me'azallah gotiye ko: Xwedê te pazêd min qir kirin, tu li ku yî? Were em bikine şer. Û bi xwe jî ji hespê ketiye û mirar bûye. — (Mele Mehmûdê Bayezîdî, Amadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Weşanxaneya Nûbihar, 2010, ISBN 9789944360678)
HerwihaBiguhêre
HevmaneBiguhêre
TêkildarBiguhêre
Bide berBiguhêre
BikaranînBiguhêre
"Xwedê" hem forma tewandî û hem jî ya netewandî ye ji ber ku ew bi "ê" diqede. Bi heman awayî peyva "rê" hem forma netewandî û hem jî ya tewandî ye (bikaranîna forma "rêyê" wek di "li ser rêyê" de tewandina "hîperkorekt" e anku ji pêwîstiyê zêdetir e.)
JêBiguhêre
EtîmolojîBiguhêre
Hevreha farisî خدا (Xuda), soranî خوا (Xwa), pehlewî Xweda, xwarezmî Xwedêw, sogdî Xwetaw, avestayî Xwedate-, hemû ji xwe + taw- (hêz, şiyan, karîn > soranî tiwanîn = karîn, şiyan) anku maneya "Xwedê" dibe "[bi-]xwe-[bi]hêz". Bide ber yûnanî αὐτοκρατής (autokratês: otokrat, serwer, desthilatdarê bi hêza bêsinor) ji αὐτο- (auto: xwe) + κράτος (kratos: hêz). Peyvên kurdî xwedan, xwedî, xatûn, xoce jî ji eynî rehî ne. "Xwe" ji proto-hindûewropî *swe- ye, "taw-" jî ji proto-hindûewropî *tep- (“germ kirin, enerjî danê”) ye ku herwiha serekaniya peyva tav ya kurdî ye jî.
Ku di kurmancî de "Xwedê" bi "ê" û di farisî de "Xuda" bi "a" û di soranî de jî "Xwa" bi "a" ye, ew tiştekî pirr siriştî ye ji ber ku gelek caran li hemberî "a" ya farisî yan soranî yan zazakî di kurmancî de "ê" heye: bo nimûne, "asan" ya farisî û soranî di kurmancî de "hêsan" e, "hak" ya zazakî di kurmancî de "hêk" e û hwd.
Hêjayî gotinê ye ku tevî forma kurmancî ya devkî "Xudê" û ya farisî "Xuda" gelek dişibin "God" ya inglîzî û bi taybetî jî Gud ya swêdî lê têkiliya wan ya etîmolojî bi hev re nîne. Ew ji proto-hindûewropî *ǵʰuto- (“gazîkirî, banglêkirî”) tên.
Bi zaravayên dinBiguhêre
WergerBiguhêre
- Aramî: ܐܠܗܐ → arc (’Alāhā’)
- Baskî: Jaungoiko → eu, Jaungoikoa → eu, Jainko → eu, Jainkoa → eu
- Bengalî: খোদা → bn (khoda)
- Bretonî: Doue → br
- Bulgarî: Бог → bg (Bog)
- Çînî: 神 → zh (shén), 天主 → zh, 上帝 → zh, 基督 → zh
- Almanî: Gott → de nêr, Herrgott → de nêr
- Erebî: الله → ar (allāh) (Ellah), رب العالمين → ar
- Ermenî: Աստված → hy (Astvac)
- Esperantoyî: Dio → eo
- Estonî: Jumal → et
- Farisî : الله → fa, خُدا → fa (xodā), خُداوَند → fa (xodāvænd)
- Fînî: Jumala → fi
- Fransî: Dieu → fr
- Frîsî: God → fy nêr
- Gujaratî: ભગવાન → gu (bhagvān), ઈશ્વર → gu (īśvar)
- Hindî: ख़ुदा → hi (xudā), ईश्वर → hi (īśvar)
- Holendî: God → nl nêr
- Mecarî: Isten → hu, Úristen → hu, Jóisten → hu
- Îbranî: אלוהים → he (Elohim), השם → he (ha-Shem)
- Indonezî: Tuhan → id
- Inglîzî: God → en
- Înterlîngua: Deo → ia
- Îrlendî: Dia → ga
- Îtalî: Dio → it nêr
- Japonî: 神様 → ja (kamisama), 神 → ja (kami)
- Katalanî: Déu → ca nêr
- Koreyî: 신 → ko (sin), 하느님 → ko (haneumin)
- Lingalayî: Nzámbe → ln, Yawé → ln
- Maltayî: Alla → mt
- Maratî: ईश्वर → mr (īśvar)
- Oksîtanî: Deu → oc nêr
- Polonî: Bóg → pl nêr
- Portugalî: Deus → pt nêr
- Puncabî: ਭਗਵਾਨ → pa (bhagvān), ਖ਼ੁਦਾ → pa (xudā)
- Romanî: Del → rom
- Romanyayî: Dumnezeu → ro nêr
- Rusî: Бог → ru (Bog)
- Slovakî: Boh → sk nêr
- Slovenî: Bog → sl nêr
- Sonxayî: allaahu → ses, irkoy → ses
- Spanî: Dios → es nêr
- Swêdî: Gud → sv nêr
- Tacikî: Худо → tg (Xudo)
- Talişî: xido → tly
- Tirkî: Tanrı → tr, mevla → tr, Allah → tr
- Urdûyî: خدا → ur
- Yûnanî: Θεός → el (Theós)