Bilêvkirin

biguhêre

ne

  1. peyvikek e wateya dijî gotinekê didiyê
    Ew ne kurd e.
    Ev ne bi dilê min e.

Ji wêjeya klasîk

biguhêre
  • Hêj ne lewh û enbiyayê muhteşem
    Salîha tesbîh kirî nûra şikelf
     — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre
avestayî: na ("ne, na")
farisiya kevn: nai ("ne, na")
partî: ny ("ne, na")
farisî: ("ne, na")
osetî: ne ("ne, na") … alfabeya arî
kurmancî: na, ne
soranî: na ("ne, na")
zazakî: ne ("ne, na")
sanskrîtî: ("ne")
yûnanî: ne ("ne")
latînî: ne ("ne")
almanî: nein ("ne")
îngilîzî: no ("ne") ...
Çavkanî: Horn p.236, Watkins p.57, Etymonline

ne

  1. peyvikek e bersiva pirsê bi negatîvî dide:
    - Tu dê li gel wan biçî?
    - Ne.

Li gel

Formeke lêkerê

biguhêre

ne

  1. formek tewandî ye ji lêkera bûn bo kesên pirjimar, bi dêla in tê bikaranîn wextê ku peyva berî wê bi dengdêrekê re xilas dibe.
    Ew mamoste ne.
    Ma em wehşî ne?!
    Gelo hûn herdu bira ne?

Binere herwiha

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji proto-hindûewropî *h₁sénti ("ew in", ji *h₁es-), proto-îranî *-end (ew -in), hevreha -in, -n û ne (bi maneya "ew in") yên kurmancî, farisî -end (ew -in), soranî -(i)n, ermenî են (en: ew in), latînî sunt (ew in), fransî sont (bixwîne: son: ew in), îtalî son (ew in)... Hêjayî gotinê ye ku formên proto-hindûewropî û yên proto-îranî yên bo kesê yekem yê pirrjimar (em) û kesê duyem yê pirrjimar (hûn) ji kurdî winda bûne û forma sêyem ya pirrjimar (ew) li cihê wan jî tê bikaranîn. Bo nimûne, di farisî de forma -îm li gel peyva ma (em) û ya -îd jî li gel peyva şuma (hûn) tê bikaranîn û forma -end (hevbera "-in") ya kurdî tenê li gel îşan/anha/anan (ew/wan) tê xebitandin. Herwiha , -e û -in jî ji heman rehê *h₁es-proto-hindûewropî ne. -

Bilêvkirin

biguhêre
  • IPA: /ne/
  • Kîtekirin: ne

ne

  1. na
    Ne, mi ne venas.
    Na, ez nayêm.
  2. na-, ne-, ni-
    Vi ne volis.
    Te nexwest.

Etîmolojî

biguhêre

Ji fransî ne û rusî не (ne)(ne).

Bilêvkirin

biguhêre

ne

  1. ne, nîne,

ne

  1. ez

Bilêvkirin

biguhêre

ne

  1. çi
    Sen ne dedin? (Te çi got?)