Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bersiv bersiv
Îzafe bersiva bersivên
Çemandî bersivê bersivan
Nîşandera çemandî bersivê wan bersivan
Bangkirin bersivê bersivino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bersivek bersivin
Îzafe bersiveke bersivine
Çemandî bersivekê bersivinan

bersiv

  1. cewab, welam, îfade, berdêla pirsekê, cab, agahiya hatiye xwestin
    • Hûn ê belkî ji xwe bipirsin: çima di vê pirtûkê de nigarine din wilo xweşik û dilbir wek nigara darên baobabê tune ne?" Bersiv hêsan e: min xwest lê ez çi bikim bi destê min derneket. — (Antoine de Saint-Exupéry, (wergêr Fawaz Husên), Mîrzayê Biçûk, Weşanên Nûdem, Stockholm, 1995ISBN 91-88592-19 7)
    Bersiva pirsa min bide. (Wê agahiyê bide ya ku ji te dipirsim.)
  2. çare, hel
    Bersivek bo vê pirsgirêkê divê.
  3. bertek, reaksiyon
    Bersiva kurdan çi ye dijî şewitandina gundan ji alî hikûmetê ve?
  4. rakirina telefonê
    Min deh car telefona wî lê daye lê bersivê nade.
  5. hevberî, berdêl, bedel
    Rizgarbûna Kurdistanê tek bersiv e dijî polîtîkayên asîmîlasyonê.

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji ber- +‎ siv.

Werger biguhêre

Ev beşa Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.