Bilêvkirin

biguhêre
Tewandina pirs  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pirs pirs
Îzafe pirsa pirsên
Çemandî pirsê pirsan
Nîşandera çemandî pirsê wan pirsan
Bangkirin pirsê pirsino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pirsek pirsin
Îzafe pirseke pirsine
Çemandî pirsekê pirsinan
 
Nîşana pirsê

pirs m, p-ya nerm, r-ya nerm

  1. siwal, daxwaza bersivê,
    tişta kesek ji yek din re dibêje bi hêviya ku hin agadariyan jê wergire
    Min çend pirs ji te hene.
  2. doz, mesele
    Pirsa kurdî divê di zûtirîn demê de bêt çareserkirin.
  3. pirsgirêk, arîşe, kêşe, problem

Bi alfabeyên din

biguhêre

Ji wêjeya klasîk

biguhêre
  • Firyad-i der ber kewkeban
    Pirsê bike j' bîdarê çerx
    Van rehrewên himmetbelend
     — (Melayê CizîrîDîwan~1640)
  • Mirovên mezin di şûna van pirsan de dibêjin:"Ew çend salî ye? Çend birayên wî hene? Ew çend kîlo ye? Bavê wî di mehê de çiqas peran distîne?" Ew tenê bi pirsên wilo bawer dikin ku dikarin xweş wî nas bikin. — (Mîrzayê Biçûk, Antoine de Saint-Exupéry, werger: Fawaz Husên, Weşanên Nûdem)

Etîmolojî

biguhêre

Ji proto-hindûewropî *preḱ-, têkildarî پرسیدن (porsîden) ya farisî, pursîden ya pehlewî, fraθ- ya farisiya kevn, hevkoka पृच्छति (pṛccháti) ya sanskrîtî, просить (prosti) ya rusî, հարց (harc') ya ermeniya kevn, posco ya latînî, frignan ya inglîziya kevn, Frage ya elmanî û fråga ya swêdî. Zêdetir agahî li rûpela pirsîn.

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya question a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.