Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

şkestin (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: -şkê-
RP.
Niha
ez dişkêm
tu dişkêyî
ew dişkê
em, hûn, ew dişkên
Fermanî Yekjimar bişkê
Pirjimar bişkên
Rehê dema borî: -şkest-
RP.
Boriya
sade
ez şkestim
tu şkestî
ew şkest
em, hûn, ew şkestin
Formên din:  Tewandin:şkestin
 
Şûşeyeke şkestî.

şkestin lêkera xwerû, negerguhêz, k-ya nerm, t-ya nerm

  1. parçe-parçe bûn, hûr-hûr bûn (bi taybetî tiştek req)
    şûşe şkestin
  2. ziyan gihiştin parçeyek leşî (bi taybetî hestî)
    Serê wî şkest û gelek xwîn jê hat.xwîn jê anîn
  3. ziyan gihiştin makîneyekê
    Ez nikarim e-peyaman ji te re binivîsim ji ber ku kompûtera min şkestî ye. (naxebite)
  4. sinor yan astengek derbas kirin
    Ev trên sinorê lezgîniyê dişkêne.
  5. têr bûn
    Tîna min şkest.Min ewqas av vexwar ku êdî ne me.
  6. çerx bûn, zivirîn, viz bûn
    Li wir çem hinekî bi hêla rastê ve dişkest.
  7. xusirîn, xusaretbûn, ji dest dan, windabûn, ji dest çûn.
    Bila ev şkestine ne bîte egerê bêhêziya hewe.
    • ...leşkerê herkiyan dişkên û direvin — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 102, ISBN 978-605-5683-27-6)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Tewîn biguhêre

  • -şkê-

biguhêre

Têkildar biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji proto-hindûewropî *sek-, proto-îranî: *sçend- / *skend- ("şkandin, parçe kirin"), avestayî: scind- ("şkestin"), pehlewî: şkyn- /şken-/ ("şkestin"), farisî: şikestan- / şikan- ("şkestin"), kîrîbatî: işkänēn / işkän- ("şkestin") ... alfabeya arî, sîvendî: eşkend / şken- ("şkestin"), kurmancî: şkestin- / -şkê- ("şkestin"), soranî: şkestin- / -şkê- ("şkestin"), zazakî: şiknāyan / şik- ("şkestin")

Ji proto-hindûewropî *sek- (birîn, ker kirin, şeq kirin, jê kirin - anku "şkeft" beşeke şeqkirî ya çiyayî ye), hevrehên kurmancî şeq û şkandin, soranî ئه‌شکه‌وت(eşkewt) (şkeft), شکان(şkan) (şkestin) û شکاندن(şkandin), zazakî eşkewt, farisî شکفت(şikeft) û شکستن(şikesten, şkestin, şkandin), latînî secare (birîn), slaviya kevn сѣщи (sêşti, jê kirin, şeq kirin), îngilîzî saw (birrek, mişar)...

Çavkanî: Cheung p.342

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şkestin şkestin
Îzafe şkestina şkestinên
Çemandî şkestinê şkestinan
Nîşandera çemandî şkestinê wan şkestinan
Bangkirin şkestinê şkestinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şkestinek şkestinin
Îzafe şkestineke şkestinine
Çemandî şkestinekê şkestininan

şkestin

  1. pirtikîn, hûrbûn, parçebûn:
    Ketin û şkestina şûşeyan.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.