biguhêre

şeq m

  1. navran, navbera herdu lingan
  2. navbera her tiştê ku li derekê yek parçe lê li wek din cihek vala dikeve navbera wan
    Pêlava min şeq bûye. (Derek wê dirriyaye.)
  3. ker, parçe
  4. alî, hêl, rex, mil, teref
    • ...ku şeqek di dîwarê şikeftê de vedibû. — (J.R.R. Tolkien (wergêr Samî Hêzil), HobbitCervantes2023, çapa 1ê, r. 67, ISBN 9786257724838)

Ji wêjeya klasîk

biguhêre
  • Muhbetê hingavt û şeq bû ew qelem
    Ma li ser lewhê nivîsî dem bi dem
     — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)

Etîmolojî

biguhêre

Ji proto-hindûewropî *sek- (birîn, ker kirin, şeq kirin, jê kirin - anku "şkeft" beşeke şeqkirî ya çiyayî ye), hevrehên kurmancî şkestin û şkandin, soranî ئه‌شکه‌وت (eşkewt) (şkeft), شکان (şkan) (şkestin) û شکاندن (şkandin), zazakî eşkewt, farisî شکفت (şikeft) û شکافتن (şikaften, şeq kirin, ker kirin), latînî secare (birîn), slaviya kevn сѣщи (sêşti, jê kirin, şeq kirin), îngilîzî saw (birrek, mişar)...

biguhêre

şeq cins hewce ye (c=m: mê, c=n: nêr, c=mn: mê û nêr, c=nt: nêtar)

  1. (lêdana bi kefa destî) Binêre: şimaq