Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Mane biguhêre

ên (cureyê peyvê?)

  1. li şûna peyvên pirjimar yên diyar
    Ên min sor in (Sêvên min sor in.)
  2. li şûna navdêrên pirjimar daku navdêr neyê dubarekirin
    Kar ên wan in (Kar karên wan e.)
  3. dikeve navbera du diyarkeran yên ku li peyvek pirjimar tên
    Saqoyên reş ên li erdê
  4. li şûna "ew tiştên (ku)"
    Ên ku wî anîn, ji me re ne pêdivî bûn (Ew tişt, yên ku wî got, ji me re ne pêwîst bûn.)
  5. ji çend kesan yan tiştan hinekên diyar
    Du cûn mirov hene. Ên qenc û ên xirab (Du cûn mirov hene. Mirovên qenc û mirovên xirab.)
  6. di hin devokan de dikeve pey kirdeyên anku subjeyên pirjimar û wateya berdewamiya kirinê didiyê
    Şagirt ên dinivîsin 'Şagirt aniha / vê gavê / vê kêlîkê dinivîsin.)
    Em ên dixwim (Em li ser xwarinê ne.)
    Hûn ên dixwînin (Hûn tam vê bîskê / kêlîkê dixwînin)
    Ew ên dikin (Ew aniha dikin.)
  7. di hin devokan de lêkera "bûn" di rewşa dema nihoyî de bo kirdeyên pirjimar dide
    Azad û Rizgar ên li malê (Azad û Rizgar li malê ne.)
    Em ên li malê nînin. (Em ne li malê ne.)
  8. di hin devokan de di dema borî ya dûdar de li bireserên (objeyên) pirjimar zêde dibe
    Min ew pêlav ên kirrîne (Min ew sol kirrîne.)

Hevmane biguhêre

Binere herwiha biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger biguhêre