Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zibare zibare
Îzafe zibareya
zibara
zibareyên
zibarên
Çemandî zibare
zibarê
zibareyan
zibaran
Nîşandera çemandî zibare
zibarê
wan zibareyan
wan zibaran
Bangkirin zibare
zibarê
zibareyino
zibarino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zibareyek
zibarek
zibareyin
zibarin
Îzafe zibareyeke
zibareke
zibareyine
zibarine
Çemandî zibareyekê
zibare
zibareyinan
zibarinan
 
zibare

zibare

  1. palûte, herewez, pêdanî, gap, hemejî,
    karê çend saetan yan çend rojan yê ku komek mirovan bo armanceke hevpar dike
    Zibare bi taybetî ji bo kesên mîna Axa û Muxtar û xwedî desthilat hatiye kirin. Berê li gundan digot zibara mala Mîre, an ya mala Axêye û hdw. Lê di heman demê de gundî dinava xwede ji bo malbatên bê derfet, an jinên bîjin yên zarokên sêwî heyin zibarê û paletiyê dikin. An jî gundî dinav xwede alîkariya hev dikin û dibêjin zibara filan kesiye.
  2. zêde
    • Lê hin baranek zibare, bi dilê mirov nebarîbû. — (Eyüp KiranDewrêşê Evdî Kulîlka Bilbizêk û RimNûbihar2018, çapa 4em, r. 16, ISBN 978-9944-360-95-1)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji zimanekî slavî, bo nimûne ji rusî собрать (sobrati) yan собирать (sobiráti: civandin, kom kirin, berhev kirin), hevreha slovenî zbirati / zbrati, slovakî zbierať / zebrať, polonî zbierać, zebrać, çekî sbírat, sebrat, bulgarî събирам (sibîram), събера (sǎberá), belarusî збіраць (zbirácʹ), сабраць (sabrácʹ), makedonî собира (sóbira)... hemû ji slaviya kevn se- (hev-) + бьрати (biratî: birin, anîn, hilgirtin) ji proto-hindûewropî *bʰer- (anîn / birin, bar kirin). Peyva esil-silavî ihtimalen bi rêya ermenî ketiye kurdî. Ji eynî rehê proto-hindûewropî: bar, birin, -ber, ber (berhem)...

Werger biguhêre