Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî saet saet
Îzafe saeta saetên
Çemandî saetê saetan
Nîşandera çemandî saetê wan saetan
Bangkirin saetê saetino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî saetek saetin
Îzafe saeteke saetine
Çemandî saetekê saetinan
 
Saeteke destan.

saet

  1. (metrolojî) 60 deqe, 1/24 ji rojê.
    Mala me du saetan ji bajarî dûr e.
    • − Îbo saet çi ye ? Îbo henek pê kir:
      Saet hesin e.
      − Na lo, de rast bibêje, saet çiqas e?
       — (Firat CewerîGirtî, Weşanên Nûdem1986)
    • Ger lehzeyekê nekî tu guftar
      Ger sa'etekê nebî tu xemxwar
      Em dê weko xar û xes heba bin
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)
  2. Amûra bo zanîn ka çi dem e.
    Hevmane: demjimêr, demjimêrk, katjimêr
    Saeta min şkestiye.
  3. Demek diyar ji rojê.
    Saet çend e? - Saet pênc e.

Bi alfabeyên din biguhêre

(wêjeya klasîk) ساعت(sa'et)
(wêjeya klasîk) سعت(se'et)

Herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî ساعه‌ت(sa'et) / سه‌عه‌ت(se'et), farisî ساعت(sa'et), tirkî saat, ji erebî ساعة(sāʿa) (sa'et), hevreha îbranî שעה‎ (şa'e), herdu ji aramî ܫܥܬܐ‎ / שעתא (şa'ta) ji ܫܥ / שאע (şa': dem, gav, bîsk, kêlîk, bêhn). سا‌ت(sat, gav, bîsk, kêlîk) ya soranî jî ji eynî rehî ye.

Peyva "saet" ji erebî li hemû dinyaya misilman û gelek milet û welatên cîranên wan jî belav bûye: azerî saat, abxazî асааҭ (asaaţ), gurcî საათი (saat'i), kirgîzî саат (saat), makedonî саат (saat), oyxurî سائەت(sa'et), ozbekî soat, qazaxî сағат (sağat), sirbî сат (sat), somalî saacad (sa'ed), swahîlî saa, teterî сәгать (seğet), tirkmenistanî sagat, xirwatî sat...

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.