KurdîBiguherîne

BilêvkirinBiguherîne

NavdêrBiguherîne

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kanî kanî
Îzafe kaniya kaniyên
Çemandî kaniyê kaniyan
Nîşandera çemandî kaniyê wan kaniyan
Bangkirin kaniyê kaniyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kaniyek kaniyin
Îzafe kaniyeke kaniyine
Çemandî kaniyekê kaniyinan
 
Kaniyek (1)

kanî , k-ya nerm

  1. kuna av tê re ji bin axê dizê anku derdikeve
    • Rûvî da rê, çû ser kaniyê, got:
      - Kaniyê, kaniyê ma tu xêra xwe nikarî avê bidî min.
      — (Ji çîrroka gelêrî Rûviyê dûvqut)
    • قمقام و یم بحرن صمصام حسام شیره
      صحرا فلات و سبسب فیفاء و بدو دشتن
      ینبوع و عین کهنی جب و قلیب بیره

      Qemqam û yem-i beḥr in; ṣemṣam ḥusam şêr e
      Ṣeḥra felat û sebseb feyfaʾ û bedw-i deşt in
      Yenbûʿ û ʿeyn kehnî; cubb û qelîb-i bîr e — (Ehmedê Xanî, Nûbihara Biçûkan, 1683)
  2. cihê ku tiştek pirr lê heye yan lê peyda dibe
    • kaniya helbest û stranan

Bi alfabeyên dinBiguherîne

HerwihaBiguherîne

EtîmolojîBiguherîne

avestayî: xān ("kanî, bîr")
partî: x'nyg ("kanî")
pehlewî: x'nyg ("kanî")
sogdî: x'xn ("kanî")
farisî: xānī ("kanî") … alfabeya arî
kurdî: kehnî > kanî ("kanî")
soranî: kanî ("kanî")
hewramî: hane ("kanî")
zazakî: henî ("kanî")

sanskrîtî: खानि (khāni)- ("kanî, bîr")

Çavkanî: Cheung p.404, Lubotsky p.9, MacKenzie P.136 | Pokorny: -
Agadarî: Bingehê vê peyvê ne ji proto-hindûewropî ye. Diyar e ku ji zimanek nenas ketiye zimanên arî. Çavkanî: Lubotsky

Herwiha bidin ber tirkiya kevn kañ, tirkiya niha kaynak.

Biguherîne

WergerBiguherîne

HokerBiguherîne

kanî, k-ya req

  1. ka, kanê, li ye, li çi cihî ye, li ne

Ji wêjeyêBiguherîne

WergerBiguherîne