Kurmancî biguhêre

Lêker biguhêre

derketin (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: der-kev-
RP.
Niha
ez derdikevim
tu derdikevî
ew derdikeve
em, hûn, ew derdikevin
Fermanî Yekjimar derkeve
Pirjimar derkevin
Rehê dema borî: der-ket-
RP.
Boriya
sade
ez derketim
tu derketî
ew derket
em, hûn, ew derketin
Formên din:  Tewandin:derketin

derketin lêkera pêkhatî, negerguhêz

  1. Çûn derve yan hatin derve, derçûn.
    Tu kengî ji Kurdistanê derketî û hatî Ewropayê?
  2. Belav bûn, çap bûn, hatin weşandin.
    "Mem û Zîn" ya Ehmedê Xanî yekem car li sala 1695ê derket.
  3. Diyar bûn, xuya bûn, eşkere bûn, hatin zanîn.
    Ew jî kurd derket. (Diyar bû ku ew jî kurd e.)

Ji wêjeya klasîk biguhêre

  • Guhdar-i xenî kirin ji sazan
    Vêk ra ko seda ji wan bi derket
    Qesra felekê seda bi ser ket
     — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Hevmane biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji der- + ketin.

biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî derketin derketin
Îzafe derketina derketinên
Çemandî derketinê derketinan
Nîşandera çemandî derketinê wan derketinan
Bangkirin derketinê derketinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî derketinek derketinin
Îzafe derketineke derketinine
Çemandî derketinekê derketininan

derketin

  1. Çûn derve yan hatin derve, derçûn.
    Derketina ji wê derê dijwar bû.
  2. Belavbûn, çapbûn, hatin weşandin.
    Ez te ji ber derketina romana te ya nû pîroz dikim.

Werger biguhêre