Bilêvkirin

biguhêre

bes

  1. hew, êdî na, êdî ne
    Bes tif bike! (Êdî tif neke!)
    Ez bes dixwim. (Ez hew dixwim. / Ez êdî naxwim.)
  2. têr
    Yek bo min bes e. (Yek têra min dike.)
    • Min go çi kim ez ba heta
      Zulfan tu bes çîn çîn bike
      Biskên muqabil dîn bike
       — (Melayê CizîrîDîwan~1640)
  3. bi tenê
    Bes sê kesan qebûl nekir; yên din hemî razî bûn.
  4. , lêbelê, welê, ema, feqet, lakin
    Min jî dixwest te bibînim bes mixabin dem û delîv nîne.

Bi alfabeyên din

biguhêre

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji zimanên îranî, hevreha soranî به‌س (bes), farisî بس (bes), pehlewî bes. Wek بس (bes) ketiye erebiya devkî jî.

bes

  1. bes
    Hêdî derd û kûlê to bes î.[1]
    Hêdî derd û kûlên te bes e.

Çavkanî

biguhêre

bes n

  1. maç, ramûsan

Çavkanî

biguhêre
Ev made ji wergerên maç hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]